Yek ji cureyê edebiyata Kurdî ya devkî jî şer e. Her çiqasî navê ‘şer’ mîna vegotina destan û çîrokên şer û lehengiyê were fêhmkirin jî di nava xwe de gelekî dewlemend e. Mijarên mîna evîn, lehengî, helbest, dîrok, taswîrkirin-afirandina xwezayê, afirandina karakteran, dayîna peyamên civakî û heta qerf-henekan jî bi xurtî cih digirin. Ji xwe ji bo ku gotar a mijara gotinê karibe bibe şer divê mîna sentezeke hemû cure û şêweyên edebiyata devkî ya Kurd tê de cih bigirin. 

Yên li civatan şeran vedibêjin ji wan re şerbêj, şerger tê gotin. Yanî di nava dengbêjî, stranbêjî, mitirbî/aşiqî û hunermendiya Kurd de, şerbêjî mîna branş an şêweyekî tevlîhevtir e. Lewma ji şerbêjiyê re beriya her tiştî hafizeya jiberkirinê ya gelekî xurt, hêza afirîner a mubalexeyê, teşbîh, teswîrê û li zîrekiya dayîna peyamên civakî yên li ruhê demê divê. Mirov divê şerekî wekî dikeke şanoyê bibîne ku şerbêj lîstika xwe bi kulîsên stran, gotin û rîtmê ava dike. 

Pirraniya şeran ji serpêhatî û bûyerên dîrokî yên şer, serhildan, sirgûn, kuştin, mirin, evîndarî, ferman û hwd. pêk tên. Ji ber taybetmendiya civaka Kurd û erdnîgariya Kurd a bi sedan salan bindest e, mixabin şer hema hema bi tevahî bi trajediyê bi encam bûne. Her çiqasî qala lehengiya karekterê sereke yê navê xwe li şer kirî li pêş be jî rastiya encam û dawiya wê ya şer a  dilşewat nade jibîrkirin. 

Di nava cureyê şer de mîna alternatîfa yên li jor hinek jê bi tevahî ji aliyê şerbêj, şerger, an dengbêj ve hatine afirandin, yanî fantazî ne û berovajî şerê ji serpêhatî û bûyerên dîrokî yên rastî pêk tên yên çêker bi erênî biencam dibin. Yanî şerbêj bi çîroka ku afirandiye, bi dehan karekter, tempo û hûnandina mijarê di nava gotara xwe de guhdaran ji cîhana heyî qut dike û di nava cîhana ku ji erdnîngarî heta bi mirovên yek bi yek afirandî de, di cîhana xwe ya xeyalî de wan digerîne. Û ev ger û geşta li nav cîhana gotinên efsûnî de car caran bi saetan didome. Amûreke muzîkê ya mîna tembûr, kemançe û erbane tê bikaranîn. Li gora herikîna çîrokê, asta heyecanê ev amûr bi hostayî tê bikaranîn. Jixwe ev hostetî jî nîşana hostetiya mitirb e. Di ravekirina kêliyên şer de tempo zêde dibe, di vegotina şînê de tempoyeke nizm û newayên xemgîn tên bikaranîn. Yanî di tevahiya şer de şerbêj bi bilindkirin û daxistina tempoyê, bi belavkirina qerf û henekan, derfeta ku keliyeke bi tenê jî guhdarên wî bêzar û aciz bibin nade. 

Şerbêj karakteran yek bi yek analîz dike, bûyeran gav bi gav bi pêş dixe û di fînalê de her karakter li gora xisûsiyeta xwe yan tê xelatkirin an jî tê cezakirin. Xayin tê kuştin, dilsoz tê xelatkirin, evîndar digihîjin dildarên xwe û bi piranî jî peyva dawî mîna, "40 şev û 40 roj dawet tê lidarxistin" e.   

Fatima Salih Axa, Hemdîn û Şemdîn, Siyabend û Xecê, Memê Alan, Jin Heye Jinkok Heye, Ferxo, Şahmaran, Kalo û Hemê Zerê û hwd. mînakên van şerên fantastîk in. 

Ji bo hêza şerbêj a afirandinê bi mînakan bê nîşandan “Şerê Kalo û Hemê Zerê“ dikare were analîzkirin. Ez ê vê analîza xwe li ser wariyanta Bedranê Mitirb bikim ku vegotina xwe bi kemançeya xwe ya serketî xemilandiye. 

Di navbera serokê 3 eşîran Xalit Axa û pismamê xwe yê biçûk Neo de pirsgirêk derdikeve û ji bo kuştin çênebe, Neo êla xwe dibe û ji herêmê dûr dikeve. Lê belê du mitirbên pêşî konê Neo paşê jî yê Xalit Axa ziyaret dikin ji ber ku 3 jinên Xalit Axa bexşîşê li gor dilê wan nadin hêrs dibin û ji bo tolhildanê qala bedewiya Gewre Xatûn a xwîşka Neo ji Xalit Axa re dikin. Xalit Axa dixwaze bi darê zorê Gewre Xatûnê ji xwe re bîne. Neo qebûl nake û sefereke giran (1700 siwar) tevî fermandarê wan (bitr-pêhlewan Hemê Zerê yê kuştina 100 mêrî li serê rima wî nivîsî) amade dike. Sefer ji bo kuştina Neo, talankirina malê wî û li xwe mahrkirina Gewre Xatûn a bedew e. Xalê Neo yê kal (Kalo) jî tevî wan dibe, lê niyeta wî ya esasî alîkariya xwarziyê wî ye. Di encamê de bi şîret û piştgiriya Kalo, zîrekiya Gewre Xatûnê, başiya mehîna Neo, Zerdikê û mêrxasiya Neo, Xalit Axa ji aliyê Neo ve, Hemê Zerê ji aliyê Kalo ve tên kuştin û Neo dikeve dewsa Xalit Axa û dibê serokê sê eşîran. 


Bi çend mînakan hêza peyvê


- "Pismamekî wî hebû. Jê re digotin Neo, kekê Gewrê, siwarê Zerdikê." Di çanda Kurdan de bav, dê, xwîşk, zarok parçeyekî nasnameyê ne. Her wiha hesp jî parçeyekî nasnameya mêrxasan e. Bavê Fexriya Siwarê Genco, Derwêşê Evdî Siwarê Hedman, Memê Alan Siwarê Bozê Rewan û hwd. di dîroka Kurdî û destanan de hesp parçeyekî nasnameyê ne.   

- Di şer de gotinên axa, began a ji bo mitirban, "Heger Bexşîşa we ne li gor dilê we ye bêjin, naxwa navê me li odê camêran bi xirabî nebêjin" peyam her wiha gefeke veşartî ya ji civata hazir e: "Heger hûn me îhlmal bikin wê ji bo we ne baş be." 

- Dema Xalit Axa bangî Neo dike, Gewre Xatûnê ji ber ku ji xiyanetê ditirse ji birayê xwe re dibêje; "Neçe lê heger tu çûyî cem Xalit Axa jî ger tu ji Zerdikê peya bibî gunehê min di sûkra te de." Yanî aqilmendî û zîrekiya jina Kurd nîşan dide. Gewre Xatûnê baş dizane heya li ser pişta Zerdikê be ewle ye. 

- Li ser israra Xalit Axa ya daxistina ji ser pişta Zerdikê (şîreta xwîşka xwe ji bîr nake) gotinên Neo yên mîna, "Konê min konekî giran e, komeke giran bi ser terş û talanê min de were, wê ji min re jî, ji te re jî bibe sergêjayî" hostatiya peyvê ya mirovên Kurd a bê dilşikandin redkirina yê pêşberî xwe, nîşan dide. 

- Mîna lehengê şer, Kalo pismamê Xalit Axa ye jî, lê Neo xwarziyê wî ye. Di gotinên pêşiyên Kurdan de, "Xalan xwarzî rakirin, apan birazî wenda kirin" heye. Di vir de têkiliya delal a xal û xwarzitiyê tê destnîşankirin. 

- Gewre Xatûnê derkete devê kon mêze kir; Hey looo.. Siworî li ser darê rima dileyize. Teşbîh a "lîstika Siworî ya li ser darê riman", ji bo nîşandana asta zexm a dorpêçê ye. "Gewre Xatûnê dengê Qemerê nas kir û çavê xwe li Xalê xwe gerand." Qemerê mehîna Kalo ye û dayika Zerdikê ye. Yanî Gewre Xatûnê dengê mehîna xalê xwe nas kiriye.

- Piştî şerekî dijwar Kalo ku Kalo Hemê Zerê dikuje pêşniyaz dike ku Xalit Axa û Neo biçin teradê, şerê hev bikin, kî bi ser ket, ew ê bibe serokê wan. Li ser vê yekê şerê her du pismanên leheng dest pê dike. Li peşberî vê yekê şerbêj wiha dibêje; "Gewre Xatûnê li şerê pismamê xwe û birayê xwe temaşe dike. Gelekî kêfa wê ji şerê birayê wê û pismamê wê re hatiye û sê denga ji wan re lîliliyandiye." Ev gotinên hanê "merdiya" Kurdan a beramberî dost û dijminan nîşan didin. Heger yê pêşberî wan leheng be, Kurd wî bi vê lehengiya wî nas dikin, bivê jî pesnê wî didin. Gewre Xatûnê ne tenê birayê xwe, lehengiya Xalit Axa yê dixwaze birayê wê bikuje, malê wan talan bike û wê bi zorê ji xwe re jî bibe teqdîr dike û jê re dililiyîne. 

Bi pêşketina teknolojiyê re gelek ji van şeran li internetê jî peyda dibin. Ji bo gereke nostaljîk û avjeniyeke xweş di nava zeryaya edebiyata Kurdî ya devkî de guhdarkirina van şeran pêwist e.