Ji ber şewata daristanan a li Awustralyayê, dîmenên ecêb jî derdikevin holê. Gelek kes bablîsokan nas dikin, lê şewatên daristan û deviyan li Awustralyayê tiştekî weke bablîsokên ji agir jî çêkirin. Gelek kes vê felaketa li Awustralyayê bi felaketa avhewayê ya globval ve girêdidin. Di felaketê de erdekî ji Hollandayê mezintir ê daristan û deviyan şewitî û pê re jî gelek heywan telef bûn. Li gorî agahiyan herî kêm 500 hezar heywan di şewatê de mirar bûne. Li gorî nûçeyeke malpera News.comê pisporên Zanîngeha Sydneyê ev texmîna hanê kiriye.

Herî zêde koala şewitîne. Ji ber ku hêdî tevdigerin nikarin xwe ji şewatê xilas bikin.

Li Galiyaya Başûr 28 hezar koala hene û 30 ji sedî jîngeha koalayan bûye ax û xwelî. Tê diyarkirin ku 8 hezar koala di şewatê de mirine û bîlançoya mirina heywanan wê girantir bibe.

Ji bilî vê hejmara mirovên ji destpêka şewatan ve mirine jî bû 18.

 

SYDNEY