Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxê êrîşî Gundê Gir Zerik kir û gundiyan rahişt sîlehan. Bi şev saet 2’yan şerî destpê kir û heta saet 5’an dewam kir. Piştre bi lezûbez gundî derketin çiyayan.
Berkar Derwêş dibêje, “şerê man û nemanê bû, em reviyan.” Derwêş wekî din dide zanîn ku ew bi rêya ku PKK’ê ewle kiriye, çûne Rojavayê Kurdistanê. Wehîde Heyder dibêje: Rêya Dugir-Şerfedîn vebû. Bi tenê PKK’yî hebûn. Me bêhna xwe veda û piştre gotin, “Hûn dixwazin biçin ku, em weke we bikin.”
Piştî ku YPG û HPG gihiştin cihên ku ew lê ne û bi şûnde di bin parastina gerîlayan de çûn herêma Dêrika Hemko li Rojava. Demekê li wir man û piştre hejmara kesên kampê zêde bû û neçar man derbasî Zaxo bibin.
Bi rojan di rê de man û bi zor û zehmetî gihiştin Zaxo.
69 jiyan bi 20 hezar dolaran
Li gorî agahiyên Êengaliyên li Bacinê, kesên ku pasaporta wan nebû û ji deriyê sînor ên Bakurê Kurdistanê derbas nedikirin, ji bo 69 kesan wan 20 hezar dolar dane qaçaxçiyên mirovan.
Şengalî di nava zeviyên bi mayîn re meşiyan, sînor derbas kirin û beriya bi çend rojan hatin navçeya Mêrdînê Midyadê. Di nav wan de zarok, kal û pîr jî hebûn, 48 saetan kêm av û xwarin mane.
Me cenazeyên xwe hiştin
Şengaliyên li Bacinê li pey xwe malbat, xizm û cenazeyên xwe hiştin. Ciwanek ji wan navê xizmên xwe yên ku hatine kuştin dike rêz: “Kemal Têlî, Ruha Reşo, Mahir Mîrza Silê, Elî Mîrza Silê, Welatî Garis, Temo Reşo, Elî Şemo...” Ezîze Celal dibêje ku hevserê wê, 3 bûk û 4 keçên xalê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, heta niha haya wê ji wan nîne.
Mirin bi destê DAIŞ´ê tehltir e
Ji bo Êzîdiyên mexdûrên terora DAIŞ´ê ji aliyê KCD’ê ve li Midyadê Lijneya Koordînasyonê hat avakirin. Ahmet Demîr ê di Koordînasyonê de cih girt, diyar kir ku kesên hatine, zarokên wan di kontrola tenduristiyê re derbas kirine û got: “me ji bo wan cih peyda kir. Xwarina wan bi alîkariya şaredariya bajarê mezin, DBP û gel tê dayîn. Her wiha kedkarên SES’ê jî ji bo dermankirina wan tên.”
Demîr bi bîr dixe ku fermana Êzîdiyan 72 caranhatiye rakirin û dibêje, “di navbera Êzidiyên ku îro rastî êrîşên DAIŞ’ê tên de Êzidiyên ku beriya bi 150 salan ji gundê Taqa hatine koçberkirin jî peywendî heye. Di rastiyê de em îro xizmên xwe dikin mêvan.”
Ketine derde ruhê xwe
Xelkê Bakurê Kurdistanê hewl dide birînên Kurdên Êzîdî bikewîne. Lê ji bo Êzidiyan siberoj ne zelal e. Berkar Derwêş dibêje, bi tenê heke ewlehiyeke cidî hebe, û nekevin derdê rihê xwe, dibe ku ew vegerin. Jin bi xwe dibêjin, ew dixwazin vegerin lê belê fikarên wan hene û weha dipeyivin, “gundên me hatin şewitandin, hilweşandin, wêrankirin. Şert û mercên em tê de ewle bin, werin avakirin, em ê vegerin.”
Em ê rêveberiya xwe ava bikin
Ciwanê bi navê Dexîl Seydo jî dibêje, “em ê li Şengalê birêveberiya xwe ava bikin û xwe biparêzin. Bi tenê heke ev pêk bê, em ê vegerin.” Êzîdiyên Şengalê yên ku hatine Midyadê gelekî nerazî ne ji helwêsta wan pêşmergeyên PDK´ê ku Şengal neparaztin.
ARZU DEMIR/DIHA/MÊRDÎN