
Şervanên QSD’ê bajarokê Mergeda ku navenda DAIŞ´ê li û 24 gundên girêdayî wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Li qada El-Umer jî çeteyan êrîşî nuqteya QSD’ê kir. êrîşa çeteyan hate şikandin.
Şervanên Bagera Cizîrê pêr bi şev ji bo rizgarkirinê êrîş bir ser hêzên DAIŞ´ê yên bajorokê Mergede û 24 gundên derdora wê. Şervanan derbên giran li çeteyan xistin û bajar û gundên derdorê ji çeteyan rizgar kirin.
Pengava Bagera Cizirê di roja xwe ya 62’an de dewam dike. Bajarokê Mergeda ku ev demeke dirêj e ji aliyê şervanên Bagera Cizîrê ve dor lê hatibû girtin, pêr şev bû armanca şervanên QSD´ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin. Şervanan pêr bi şev, bi ser hêzên DAIŞ´ê yên bejarokê Mergeda û 24 gundên derdora wê de girt. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ´ê de şer rû da.
Mergeda û 24 gund ji DAIŞ´ê hatin paqijkirin
Di encama şer de bajarokê Mergeda bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di şer de gelek çete hat kuştin. Termê çeteyan tevî rext û çekên wan ket destê şervanan. Her wiha mîqdarek cebilxaneya çeteyan jî ket destê şervanan.
Li aliyê din pêr çeteyan êrîşî nuqteyên şervanan ên li Qada petrolê yên El-Umer kir û di navbera wan û şervanan de şer qewimî. Di şerê 4 saetan de şervanên QSD’ê êrîş şikandin, 3 çete kuştin, û termên wan jî ketin destê şervanên QSD’ê.
Bi rizgarkirina bajarokê Mergeda û derdora wê re, şervanan ji destpêka Bagera Cizîrê û heta niha 5 hezar kîlometreyên bi çarçik ji xaka deverê rizgar kir.
Li aliyê din li sêkoşeya ku çemên Xabûr û Firat digihîjin hev, di navbera şervanên QSD’ û çeteyên DAIŞ’ê de doh şerekî giran rûda û heta kêliya amadekirina nûçeya me jî vî şerî dewam kir.
Şer li derdora bajarokê Bisêra yê di sêkoşeyê de bi dijwarî dewam dikir.
DÊRA ZORÊ