“Baghdad Messî” sala 2012’an li bajarên Zaxo û Zumara başûrê Kurdistanê hat kişandin. Fîlm heya niha di dehan pêşbirkên navneteweyî de 48 xelat wergirtin.
“Baghdad Messî” çîroka zarokê bi navê Hamûdî yê 11 salî ye. Hamûdî heyranê futbolvan Lionel Messî ye û li benda maça lîga şampiyonan e di navbera tîmên Barcelona û Manchester United de Hamûdî ji vê xewna xwe ya fûtbolê tu carî venagere. Dema maça tîman dest pê dike jî televîzyona wan xirab dibe. Li ser vê, Hamûdî bavê xwe ji bo televîzyonê çêke ditengijîne û bavê wî ji bo çêkirina televîzyonê diçe Bagdayê. Bavê wî televîzyonê çêdike û tîne lê ew birîndar vedigere.
Di 15´ê rebandana 2015´an de jî ji 10 kurtefilmên ji bo fînalê hatîn hilbijartin, dê 5 film layiqî xelatê werin destnîşankirin. 22’yê sibatê xelatên fîlman li bajarê Hollywoodê tên dayîn. Derhênerê kurd Kalifa li Colemêrgê ji DÎHA´yê re got, wî li Kurdistanê di nav derfetên kêm de ev fîlm çêkir û hilbijartina kurtefîlma wî jî ji bo sînemeya kurd gaveke pir girîng e. Kalifa wekî din got, ew ê payîza 2015’an li Colemêrgê jî fîlmeke bi navê Zagros bikişîne.
DÎHA / COLEMÊRG