28 xelat girtiye
Ev xelat bû xelata 28. a “Baghdad Messi”. Di Mijdara 2013’an de di Festîvala Fîlman a Kurtefîlmên Navneteweyî ya li Bûenos Aîresê de, ji nava 24 fîlman hêjayî Xelata Mezin a Jûrî û fiksiyona demkurt a herî baş hat dîtin. Li bajarê Katowice yê Polonyayê di 4. Festîvala Fîlm a Regiofun de Xelata Taybat a Jûrî, her wiha di Festîvala Produksiyonên Televîzyon û Fîlm a Navneteweyî ay 18. a Karabagê de xelata kurtefîlmê herî baş “Golden Olive” wergirt.
Çîroka Hamûdî yê 8 salî
Fîlm çîroka Hamûdî yê 8 salî dike ku mîna hemû zarokên din ên li gundê xwe hezkiriyê lîstikvan Lionel Messi ye. Lê belê beriya maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a navbera FC Barcelona û Manchester United de televîzyon xera dibe. Hamûdî ji bo televîzyonê li Bexdayê tamîr bike, bavê xwe qanih dike. Fîlmê Sahim Omar Kalifa yê beriya vê “Land of the heroes” di festîvalan de bi giştî 140 caran hatibû nîşandan û 24 xelat stendibû. Yekemîn fîlmê demdirêj ê Kalifa “Zagros” di Festîvala Fîlman a Arras a Navneteweyî ya Fransayê de xelata destpêkê ya “nivîsa destan a herî baş” wergirtibû.
ANF/BRUKSEL