Dewleta Tirk dijminahiya tevahiya Kurdistanê û hebûnên wê dike. Di vê çarçoveyê de bi gewimandina ava çeman, bi şewitandina dar û beran, dewleta Tirk a dagirker ev dijminatiya xwe kiriye siyaset. Heman dewlet bi nehiştina vemirandina şewtan jî heman siiyaseta xwe dewam dike. Yek ji çiyayên ku bi darên xwe navdar ên Kurdistanê, Bagok e. Dîmenên ji satelîtan girtî yên Bagokê nîşan didin ka şewatên îsal çiqasî tesîr kirine li dar û berên vî çiyayî. Em sê wêneyên ji satelîtan bi dorê datînin cem hev da ku ev hovîtiya dewleta Tirk jî xweşik xuya bike. Wêneyê yekê 24´ê Tîrmehê hatiye girtin, yê duyê 3´yê Tebaxê û yê dawî jî 13´ê Tebaxê hatiye girtin.
MÊRDÎN