
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: “Berxwedana Xweseriya Demokratîk a îro li bajar û çiyayên Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna çîn û civakên bindest e.”
1’ê Gulanê ya Cejna Karkeran li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di merasîma ku hemû şehîdên meha Gulanê lê hatin bîranîn de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, endamên Fermandariya Biryargeha Navendî Bawer Dêrsim û Gulîstan Gulhat, endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Pelşîn Koçgirî û Demhat Bêdar û gelek gerîla amade bûn.
Karayilan di desetpêka axaftina xwe ya li vê derê de 1’ê Gulanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.
Têkoşîna bilindkirina ala kedê ye
Karayilan hemû şehîdên 1’ê Gulanê û cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Gulanê de jiyana jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn. Karayilan da xuyakirin, ku têkoşîna îro li Kurdistanê li dijî mêtîngeriyê tê meşandin, di heman demê de têkoşîna karker û kedkaran a li hemberî kedxwariya kapîtalîzmê ye û ev nirxandin kir: “Berxwedana xweseriya demokratîk a îro li bajar û çiyayên Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna çîn û civakên bindest e. Têkoşîna hemû kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyî ye. Berxwedana ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro li djiî faşîzm û mêtîngeriyê dimeşîne, di heman demê de têkoşîna bilindkirina ala kedê ye. Berxwedana îro li Kurdistanê li dijî modernîteya kapîtalîst li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispêre Azadiya Jinê tê meşandin, têkoşîna hemû kedkar û gelên bindest e. Girîng e ev têkoşîn îro bêhtir bê xurtkirin û yekîtî û piştgiriya kedkaran bê mezinkirin. Di vê çarçoveyê de damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan a beriya demekê pêk hat, gaveke gelekî girîng e.”
Nikarin vîna gelê me teslîm bigirin
Karayilan diyar kir, berxwedana bi pêşengiya Cizîr û Sûrê hat destpêkirin îro li bajarên cuda dewam dike û wiha pê de çû: “Beriya her tiştî vînbûyîn derxist holê. Plana Têkibirinê ji hev xist. Sîstema AKP’ê xitimand; bêçare hişt. Vê pêvajoya berxwedanê nîşan da, ku dikarin dorpêç bikin, dikarin her şêwe teknolojiyê bi kar bînin, dikarin bajaran hilweşînin, lê ti carî nikarin vîna gelê me teslîm bigirin. Wateya berxwedanên Sûr û Cizîrê ev e.”
Fermandar Karayilan da zanîn, ku îro li Nisêbîn û Şirnexê bi taktîkên gelekî dewlemend û rêbazên xurt, heman vîn tê nîşandan û got, “Ruhê Apoyî îro li kolanên Kurdistanê, li meydana şer vê vînê mezin dike.”
‘Gerîla wê rola xwe bileyize’
Karayilan destnîşan kir, ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, gurkirin û geşkirina asta derketiye holê ye û got: “Ji ber ku di pêvajoya heta niha de bandora şert û mercên zivistanê gelekî mezin bû. Mercên liv û tevgerê kêm bûn. Lewma barê giran li ser milê bajaran ma. Li gorî plana dijmin; wê di meha Kanûnê de bajar teslîm bigirta û piştre jî berê xwe bidan çiyê û bikira ku gerîla bi rengekî qels û lawaz dest bi bihara 2016’an bike. Lê belê ciwanên welatparêz ên dilsozê welatê xwe, di vê pêvajoya zivistanê de bi têkoşîneke xurt ev plan ji hev xistin. Îro jî bi hatina biharê re êdî dor hatiye gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. Ji bo gerîla karibin bi hêsanî tevbigerin şert û mercên guncaw afirîne. Bendewariyên gelê me, Rêberê me, şehîdên me û dostên me ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hene; gerîla wê ji sedî sed bi vê rola xwe rabe.”
‘Kurd û dostên xwe wê biser bikevin’
Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk di şer de giraniyê dide ser teknîkê, li ser bingeha vê teknîkê dixwaze bi JOH û POH’ên xwe ve encamê bi dest bixe û axaftina xwe wiha domand: “Lê belê derketiye holê ku bi vî rengî nameşe. Van 9 mehên pêvajoya berxwedanê nîşan dane ku ev hêz di kîjan halî de ne. Ev bi teknîkê şer dikin, ne bi vînê. Lê belê şer ne bi teknîkê, bi vîna mirovan tê qezenckirin. Berxwedana YPS’ê ya li bajaran berxwedaneke li cîhanê kêm caran hatiye dîtin. Bi xurtkirina dewlemendiya taktîkan a berxwedana heta roja îro hat meşandin û bi pêngava nû ya gerîla re wê ev hêz bişikên.”
‘Bahoza mezin nêz dibe’
Karayilan li ser daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê û Serokomarê Tirk Recey Tayyip Erdogan ên mîna ku berxwedana Kurd şikandine jî wiha axivî: “Berxwedaneke bê mînak heye. Bi ketina dewreyê ya hezên gerîla re wê hêzên dewletê bişkin. Tevî rewş ev e, Erdogan radibe dibêje ‘Me PKK têk bir’. Hînê gerîla dest bi şer nekiriye ku tu radibêje ‘me ew têk bir’. Te kî li ku têk bir! Tu van gotinan ji bo xapandina civaka Tirkiyeyê û morala hêzên têkçûyî bilêv dike. Bi vê rêveçûnê re bahozeke mezin nêz dibe, tu jî bi vê dizane. Lewma tu bi vî rengî daxive. “
Karayilan destnîşan kir ku gelê Kuristanê û hêzên demokrasiyê wê bi ser kevin.
‘Armanca wan teslimgirtin û tinekirin e’
Mûrat Karayilan da zanîn, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de têkoşîna azadî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û bal kişand ser êrîşên giran ên AKP li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.
Karayilan got, “Çawa ku wan di çarçoveya Plana Têkbirinê de li Tirkiyeyê hin encam bi dest xistin, ji wan hebû ku wê bi heman rêbazê li Kurdistanê jî encamê bi dest bixin. Bi hedefgirtina rojnamevan, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, parlamenteran re dixwazin her kesî bêdeng bike û civakê teslîm bigire. Bi vî rengî dixwazin sîstema xwe ya faşîst, tekparêz û otorîter bidin rûniştandin. Bi vê armancê xwestin ewilî bajaran kontrol bikin. Hovîtiyeke ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, pêk anîn. Xwestin her kesî teslîm bigirin, yên teslîm nebin jî qetil bikin. Ji xwe Erdogan piştre niyeta xwe bi awayekî vekirî eşkere kir. Got, ‘Ya hûnê serî bitewînin, yan jî serî bidin’. Lê belê gelê Kurdistanê li hemberî van zextan li ber xwe dide. Bi taybetî ev 9 meh in di asteke girîng de têdikoşe. Berxwedanên xwerêveberiyê, di vî warî de gelekî watedar in.”
ANF/BEHDÎNAN