Bahozên fuzyonê yên gelekî xurt li ser roja me, kirine ku bombeyê veşartî yên Emerîkayê li Vîetmanê biteqin. Ne îro, beriya bi 46 salan.

Li ser wêne ew bahoza li ser roja me xuya ye ku NASA´yê hingê şopandiye. Roj 7´ê Tebaxa 1972´yan e. Ew awayê teqînan ku ji wan re “hespê deryayê” tê gotin jî eşkere di wêne de xuya ye.

Li gorî meqaleyeke di kovara Space Weather (Avhewaya Fezayê) de 25´ê meha bihurî hatî weşandin, Havîna 1972´yan bahoza dewana a li ser roja me, kiriye ku bombeyên di deryayê de veşartî yên Emerîkî biteqin.

Esas, ev bahozên hanê bi pirranî ne evqasî xurt in, û zanyar hîna nizanin ka serê çendê ew rû didin. Qeydkirî, yek ji van bahozan sala 1859´an hatiye şopandin ku astronom, karmendên telgrafê pê hisiyan û dîtin. Axir bahoza rojê ya sala 1972´yan diyar e ji ya ku heta îro dihat texmînkirin, bêhtir rê li ber zirar û ziyanê vekiriye li dinyaya me. Jixwe, ev bahoz ewqasî xurt bû ku aurayên li qutba bakur heta bi Bilbao jî daketibûn. Paşê wê derketa holê ku wê gelek ziyan kiriye di panelên rojê yên satelîtan de jî.

Li gorî raporeke nû hatî eşkerekirin a Behriyeya Emerîkayê, mayînên li peravên Vîetnamê bicihkirî yên Emerîkî bi carekê teqiyane. Yek pîlotî bi tenê, dîtiye ku bêhtirî 10 teqînan di nava 30 saniyeyan de rû dane. Di lêkolînên hingê de encama ku pispor gihiştinê: bahoza rojê kiriye ku sensorên mayînan ên naskirina metal gêj bibin û mayin biteqin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN