Di hişên mirovan de Şirnex bi navê "Komara Şirnexê" cih girt û di demên dawî de bi operasyonên bi navê "KCK'ê" li dijî siyasetmedarên kurd pêk tên. Li Şirnexê piştî 30'ê mijdara 2002'yan "OHAL" bi dawî bû. Bajarê herî zêde siyasetmedarên kurd ên di bi navê operasyonên "KCK'ê" de hatin girtin Şirnex e. Piştî hilbijartinên 29'ê adara 2009'an Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê û di wê demê de Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Faysal Sariyildiz jî di nav de 49 kes di demên cuda de di bi navê operasyona KCK'ê hatin binçavkirin û girtîn. Herî dawî li navçe û navenda Şirnexê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de operasyona duyemîn a bi navê KCK'ê pêk hat û 64 kes hatin binçavkirin. Ji 64 kesan 52 kes hatin girtin. Gelê Şirnexê di hilbijartinên 12'ê Hezîranê de bi dengên zêde Faysal Sariyildiz û Selma Irmak ên di doza KCK'ê girtî wekîl hilbijartin. Piştî 2 wekîlên Şirnexê ji girtîgehê nehatin berdan bi operasyona duyemîn a "KCK'ê" hilbijarên Şirnexê yên din jî hatin girtin û an jî der heqê wan de biryara lêgerîn hate derxistin. Piştî Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan got "Ji Şirnex û Colemêrgê re polîtîkayên me yên taybet hene" li dijî BDP'iyan li Şirnexê pela binçavkirin û girtinan dest pê kir. Ev yekê li bajar wekî "Girtînên li Şirnexê pêk tên bi fermana Serokwezîr Erdogan pêk tên" hate nirxandin.

80 sal cezayê girtîgehê

Li Şirnexê ji hilbijartinên herêmî yên 29'ê adara 2009'an heye niha 2 wekîl, 5 şaredar, 2 şaredarên berê, 16 endamên meclîsa şaredariyan û 4 endamên meclîsa giştî ya bajar di bin navê operasyonên "KCK'ê" de hatin girtin. Der heqê hilbijên Şirnexê de di dozên cuda de 80 sal cezayên girtîgehê hatin birîn. Li Şirnexê di nava 3 salên dawî de rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û endamên BDP'ê jî hene 500 kes bi heman hincetan hatin girtin.

Terora du salan

ŞIRNEX: Di der heqê Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal ê ku di 23'yê îlona 2011'an de bi îdîaya "Endamê KCK'ê ye" hate girtin 16 doz hatin vekirin. Di 2 dozên der heqê Uysal de hatin vekirin de û danişîna wan li Amedê hate dîtin 15 sal ceza hate birîn. Endamên Meclîsa şaredariyê yên di der heqê wan de bi dehan doz hatin vekirin Abdulazîz Bîlgî, Aydin Pusat, Maruf Îke, Enes Kulter, Cemîl Yorgun û Ayşe Îrmez jî bî îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Der heqê 5 endamên meclîsa şaredariyê de jî bi heman hincetê biryar girtinê hate derxistin. Alîkarên endamên Meclîsê yên hatin hilbijartin Yahya Barinç, Mehmet Çakar, Salîh Gulenç û Ridvan Bayik jî bi heman hincetê hatin girtin. Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak di operasyona 24'ê kanuna 2009'an de a ku gelek şaredar jî di nav de bi 31 kes re hate girtin.
CIZÎR: Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ê ku di 24'ê kanuna 2009'an de bi îdîaya "Endamê KCK'ê y" hate girtin 15 doz hatin vekirin. Budak di 4 dozên li Amed û Şirnexê bi encam bûn de 12 sal cezayê girtîgehê girt. Di 21'ê îlona 2011'an Alîkara Şaredarê Cizîrê Hanim Onur jî bi hinceta "Endama KCK'ê ye" hate girtin. Endamên Meclîsa Cizîrê yên bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" hatin girtin ev in; Yusuf Kalkan, Şahîde Pusat, Mehmet Dalmiş, Adem Goçle û endamên alîkar Reşît Gun. Der heqê wekîlê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi de jî rojên borî biryar girtinê hate dan.
SÎLOPÎ: Şaredarê Sîlopiyê Emîn Togurlu di 23'ê îlonê de bi îdîaya "endamê KCK'ê e" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Der barê Togurlu de 20 dozên cuda hatine vekirin. Togurlu, heta niha rastî 3 sal cezayê girtîgehê hatiye. Cîgirê Şaredarê Sîlopiyê Kadîr Kunur jî piştî der barê wî de biryara girtinê hate darxistin, di 5'ê cotmeha 2011'an de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate girtin û şandin Girtigeha Tîpa D a Amedê. Endamên Meclîsa Şaredraiya Sîlopiyê Tamer Tanrikulu, Abdulazîz Tanrikulu jî hatin girtin. Der barê Endamên Meclîsa Şaredariyê Serhat Şevîşoglu de jî biryara girtinê hate dayîn.
HEZEX: Şaredarê Hezexê Resul Sadak jî di 23'ê îlona 2011'an de ji doza KCK'ê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Der barê Sadak de heta niha 67 doz hatin vekirin. Der barê 4 dozan de 5 sal ceza hatin birîn. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên Girtî jî Husnu Babat, Îsa Yagbasan û M. Salîh Geçgel jî girtî ne.
ELK: Şaredarê Elkê Yusuf Temel duh hate binçavkirin û bi darizandina serbest serbest hate berdan. Der barê Temel de heta niha 17 dozên cuda hatine vekirin. Temel heta niha ji 2 dozên cuda 2 sal û 8 meh cehazeyê girtîgehê xwariye.
QILABAN: Der barê Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar de rojên berê ji aliyê Dozgerê Bi Rayeya Taybet a Amedê ve biryara girtine hate derxistin. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê Sîncar de bi îdîayên cuda 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
GUNDIKÊ MELÊ: Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak Yildiz di 11'ê cotmehê de hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Amedê e hate girtin. Yildiz şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Yildiz, bi hinceta beşdarî daxuyaniya 15'ê Sibata 2010'an bûye 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
DÊRGULÊ: Şaredardê Dêrgulê Abîdîn Durak, bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ye" di sala 2005'an de doz lê hate vekirin û rastî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat. Durak, di 14'ê nîsana 2009'an de hate girtin. Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrgulê Mehmet Demir li şûna wî wekî şaredar hate hilbijartin. Şaredarê nû yê Dêrgulê Mehmet Demîr jî duh hate binçakirin û Piştî li Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê îfade da serbest hate berdan.
TILQEBÎN: Şaredarê Bajaroka Tilqebînê Sînan Uysal û Şaredarê Sirtkoyê Nurî Akman jî piştî hatn binçavkirin derxistin pêşberî Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê. Piştî li dozgeriyê îfade dan serbest hatin berdan.
4 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar girtî ne, der barê 2 endaman de jî biryara girtinê hene
Di çarçoveya operasyonên KCK'ê de jî Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Emîn Îrmez di sala 2009'an de, Alî Aktaş, Hasan Atak û Sarya Olmez jî di 21'ê îlona 2011'an de bi heman operasyonê hatin girtin. Der barê Seroka Meclîsa Gişti ya Bajar a Şirnexê ya BDP'î Leyla Bîrlîk û endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Sitki Demîr de biryara girtinê hate dayîn.

Her wiha Serokê Rêxistina BDP'a Sîlopiyê Bahattîn Alkiş hate girtin. Der barê Serokê Rêxistina BDP'a Şirnexê Abît Îke, Serokê BDP'a navenda navçeyî Abît Bayik Serokê BDP'a Cizîrê, Esat Malkuç û gelek rêveberên din de biryara girtinê hate dayîn.

DÎHA/AMED