Şaredariya AKP'ê ya Agiriyê jî ji ber ku xebat nake, gel bêzar bû. Li Qadên sûkê yên servekiri de esnefên ku di rewşa qerisokî de dixebitin di telaşa nan birina mala xwe de ne. Karmendan diyar kir ku pêwiste şaredarî li guzergeha qadên sukên vekiri de cîhê sukan yên sergirtî çêkin, ji ber ku cîhê vekirî sare welatî li sûkên semtan danûstandinê dikin, li sûkên servekirî danûstandinê nakin.


Firotin kêm e

Karmendê bi navê Mehmet Şerîf Yildiz diyar kir ku li sûka Semtê karmendiyê dike dema ku germ bû dikaribû nan bibe mala xwe debara xwe bike, lê ji ber sar û seqama zivistanê hemû karmendên sûkên servekirî nexweş ketine û wiha got: "Li vir hemû kesên ku karmendiyê dikin nexweşin. Derdora vir havîn zivistan ve kiriye û ger vekirî neba der dora wî girtiba dê derfetê xwe germkirinê dibe ku hêsantir ba. Em kira vira jî nikarin bidin. Ez rojê 2 kilo penêr difiroşim karê wî jî rojane 6 TL dike. Ez bi vê li 6 kesî dinêrim. Ez heta êvarê 10 nanî dibim malê. Min roja yekşemê hîc tiştek nefirot."

3 kaniyên sûkê qeşa girtine

Yidiz diyar kir ku dema ku şaredarî sûka vekirî ya gel çêke pêwiste dezgehên baş bide wan û got: "Dezgehên ku dane me hemû sexte derket. Karmendan li vir hemû avêtin serhev çûn. Dema ku zivistan tê li vir jiyan xilas dibe devê sar û seqemê de karmandî gelek zehmete. Li vê sûkê 3 kanî hene her 3 jî naherikin.."

BDP dê me xilas bike

Zekî Vural yê ku di heman sûkê de karmendiyê dike jî diyar kir ku cihê ku lê dixebitin bi temamî cemedê digre û ji ber vê yekê nexweşdikevin. Vural sedema vê yekê ji Şaredariya AKP'ê ya Agiriyê ravekir û wiha got: "Înşallah divê hilbijartinê de Sirri Sakik û Mukaddes Kubilay bi serdikeve û hawirdorê hinek paqij dikin. Vir kirine ne sûkên gel lê dema ku em li kolanan dinêrin şaredari dest nade tu dikana. " 

DÎHA/AGIRÎ