Yek ji biryarên ku di kongreyan de hate girtin jî Wan bi projeyên ekolojîk yên şaredariya bajarê mezin a Wanê bajarê pîlot hat hilbijartin. Wan gencîneyeke ku bi sedsalane ji hemû zindîtiyên dîrokê re dibe şahid û ji gelek desthilatdariyan re malovanî kiriye. Wan a ku xwediyê gelek hebûnên dîrokî yên weke Gola Wanê, Sûlava Begiriyê, Sura Hoşapê, Girava Axtamarayê ye, heman demê de welatê gelek fêkî û sebzeyan e.
32 HES têne çêkirin
Wan a ku dewlemendiya keskahiya axa wê û şînahiya gola wê digihe hev, niha jî her ku diçe ber bi zerbûnê ve diçe. Yek ji bajarên di 12 salên desthilatdariya AKP’ ê de rastî talanên xwezayê hatiye jî Wan e. Çemên ku jiyanê didin Wanê ji ber ku li ser wan 32 HES û 3 bendavên parastinê hatine çêkirin ketine di rewşa parastina çeman de. Dîsa bi sedemê nebûna li bajêr tesîsa lêkolînê ya modern, ava kanalîzasyonên bajarekî 1 milyon kesî ji sedî 50 diherike Gola Wanê. Dîsa zeviyên fêqî û zebzeyan ên ku gencîneyên Wanê ne, ji ber sedema belavbûna hewaya qirêj a 77 kanên keviran ber bi tûnebûnê ve diçin. Wan a ku pirsgirêkên ekolojîk gihiştiye pileya herî dawî, bi hilbijartina Wanê ya ji bo projeyên ekolojîk ku bibe bajarê pîlot hêviyê dide gelê Wanê.
AKP bi zanebûn dike
Endamê Komisyona Ekolojiyê ya KCD’ê Fatih Şahîn diyar kir ku bajarek ku herî zêde talankirinên xwezayê û qirêjbûna derdor lê tê jiyan kirin, ji bo projeyên ekolojîk bibe pîlot biryareke giring e. Şahîn diyar kir ku Wan bajarê Kurdistanê yê herî zêde rû bi rûyê qirêjiya derdor û talankirina xwezayê têye. Şahîn balkişand ser ji ber qirêjkirinê tûnebûna Gola Wanê û anî ziman ku piştî erdhejê AKP’ ê xwezaya bajêr bi TOKÎ kirinê tûne dike. Şahîn diyar kir ku AKP bi zanebûn xwezayê qetil dike û got: “Dema Bêgirî tê gotin yekem car Sulava Bêgiriyê tê bîra mirov. Lê AKP’ê bi HES’an sulav zuwa kir. Dema mirov dibêje Şax, Kaniya Spî tê bîra mirov lê ew jî bi bendavên parastinê û HES’an tê tûnekirin. Mîks a ku ava cîhanê ya herî şirîn jê derdikeve jî bi avakirina HES’an flora zindî tê tûnekirin.”
Wê Wan şîn bibe
Şahîn bal kişand ser biryara konferansa rêveberên herêmî yên jin a DBP’ê û diyar kir ku bi vê biryarê dîsa Wan wê bigihe dîrok û keskahiya xwe. Şahîn anî ziman ew ê bi projeya rêk û pêkirina Gola Wanê dest pê bikin û gilî li kêm mayîna rêveberên herêmî kir. Şahîn wiha gotinên xwe domand: “Ji ber ne afirandina avahiya bingeh ji sedan 50 ava kanalazîsyonên bajêr diherikin Gola Wanê. Divê rêveberiya herêmî demildest ji pêşî li girtina qirêjbûna Gola Wanê re bibe asteng.”
DIHA/WAN