
Gelheya wê nêzî 50 hezarî ye û bi qederê 15 kîlometreyan ji Deriyê Sînor ê Gurbulakê dûr e. Li bakurê Makûyê Agirî û Nahçîwan, li başûr Xoy û li rojhilatê bajar jî Çaldêran (Îran) heye. Niştecih ji azerî û Kurdan pêk tên. Her çiqas dewleta tirk û azerî dixwazin Makûyê wekî bajarê azeriyan bidin nasîn jî, ev yek ji rastiya dîrokî dûr e.
Lewre tê gotin navê Makûyê ji peyvên Mad Kûh ango Çiyayê Mad an jî Çiyayê Med tê. Dewleta Îranê jî ji bo pêşî li Kurdan bigire serdestiya vî bajarî xistiye destên azeriyan. Hêjayê gotinê ye ku ermenî jî heya destpêka Qirkirina Ermeniyan niştecihên vî bajarî bûne lê niha qet tune ne. Makûyê şahidî ji serhildanên Kurdan re jî kiriye. Di serhildanên Agiriyê de mazûvanî ji pêşengên wekî Ferzende Beg û Biro Heskî Têlî re jî kiriye.
Lê ji ber têkiliya di navbera dewletên Tirkiye û Îranê de ligel serhildêrên ku xwe li vî bajarî girtine, niştecihên bajar bi xwe jî hatine qetilkirin û sirgûnkirin. Piraniya niştecihên Kurd sirgûnî Xoresan û Qezwînê kirine û yên din jî li gundên derdora bajar belav bûne. Tê gotin li şûna wan jî azerî hatine bicihkirin. Li Makû bi dehan kelehên dîrokî hebûne lê hema hema tev hatine xirabkirin.
Keleha herî navdar ku hê jî beşeke wê li piya ye Kela Qeye ye. Berê Makû di nava sûrên vê kelehê de bûye. Heya çend sal berê jî mirov li vir dijiyan. Jê re dibêjin Taxa Xencerxan. Lê ji ber lehî û heyelanê ev avahî xirab bûn, bajar jî ber bi erda rast ve fireh bû. Ev keleha bi heybet piştî nîvro gelemperiya bajar di binê sihê de dihêle.
ABDURRAHMAN GOK / MAKÛ