Niviskar û Rojnameger Ferhat Parlak kuştin û bûyerên salên 1990’an ên ji aliyê kontrgerilla, cerdevan, JÎTEM û Hizbul-kontra ve pêk hat li hev kom kir û kir pirtûk. Rojnameger Ferhat Parlak, bi navê “Bajarê Şehîdan Farqîn” çîrokên bûyerên li Faqrinê pêk hatine yek bi yek girt dest. Ferhat Parlak, piştî bavê wî ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin ji bo li mîrateya bavê xwe xwedi derkeve, pênûsa bavê xwe hilgirt û dest bi nivîsandina çîroka kesên li Farqînê ji aliyê JÎTEM, cerdevan, Tîmên Taybet, Hîzbî Kontra û leşkeran ve hatin qetilkirin, kir. Ferhat Parlak, di destêpa pirtûka xwe de wiha dibêje: “Bavê min ê rahmetî, dema failên di salên 1990-2000’an de li Farqînê pêk hatin nivîsand û pirtûka “Bajarê Şehîdan Farqîn” çap kir, 3 meh şûn de di 18’ê Tebaxa 2004’an de li hewşa Mizgefta Selahaddin Eyyubî rastî erîşa çekdarîhat û jiyana xwe ji dest da. Bavê min bi vê pirtûkê lîstik û kiryaren JİTEM û Hizbul-kontra bi vê pirtûkê defişre kirin. Piştre pirtûk hat qedexekirin. Min jî ji bo vê mîrateya bavê xwe dewir bigirim, dîsa dest bi nivîsandiwa wê kir. Min piştî 10 sal şûnde berdewama pirtûkê anî.”
Parlak, anî ziman ku li Farqînê di sala 1991’an de li dijî kargeriyan êrîş pêk hati û bûyeran dest pê kir. Parlak, da zanîn ku 1991-1999’an de 250 kes hatin kuştin û 45 kes birîndar bûn. Dîsa 111 kes rastî îşkenceyê hatin û 13 kes hatin windakirin. Parlak, bilêv kir ku 316 malbat ji berh zext û zordariyê neçar man ku koçber bikin.
Ev pirtûka ku bûyeran yek bi yek vedibêje ji nûve hat çapkirin û li benda xwendinê ye.
DÎHA/AMED