Bajarê Xirbe ya ku li anvenda Xelatê ye zinar hatine kolandin û kirine mal, piştre jî ji aliyê şaristaniyên di ve gelek avahiyên dîrokî hatine çêkirin. Ev berhemên dîrokê heta niha qet nehatiye parastin û nehatine retorekirin. Keleha li dora bajar, serşok û malên dîrokê yên Xelatê yên ku dema Urartuyan de mane li ber çavên Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bedlîsê roj bi roj tune dibe.
Bajarê Xirbe ku li ser riya Bajaroka Ovakişlaya Xelatê ye û 5 kîlometre dûrî navenda Xelatê ye bi xweşikbûnên xwe yên xwezayî qasî Heskîfê xweşik e. Ji bilî berhemên dîrokî gelek xweşikbûnên xwezayî jî hene. Li binatara bajar çemê Xelatê heye û bi pireyên dîrokî, kanî, mal ên di dema Urartuyan de mane wekî ku mirovan di nava demê de dibin rêwîtiyê. Ev bajarê dîrokî bi van xweşikbûnan li benda kişfkirinê ye. Malên ku ji dema dema neolîtîkê mane kesên ku diçin gerê sermest dike. Li Bajarê Xirbe bi kolandina zinaran ji 30’ê zêdetin malên şkeft hatine çêkirin û di heman demê de gelek malên şkeft ên duqat jî hene.

Bajarê Xirbe di envantera Midûriyeta Turîzmê de nîne
Der barê Bajarê Xirbe de di serî de Midûriyeta Turîzmê û saziyên dewletê yên din de agahî nîn e, kîjar şaristanî li vir mane û ev bajar ava kirine qet agahî nîn e. Ji bilî gotina “li Xelatê şkeft hene” tiştek derbas nabe. Dîsa di malpera înternetê ya Midûriyeta Turîzmê de jî qala keleh û serşokên dema Urartuyan de name jî agahî nîn e û qet qala van berhemên dîrokî nayê kirin.
Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bedlîsê li aliyeke Xelatê wekî “çanda dijî” bi nav dike lê li aliyê din xwedî li Bajarê Xirbe ku ji bo gelek şaristaniyan malovanî kiriye jî dernakeve.
Têkîldarî mijarê me xwest ji rayedarên Midûriyeta Turîzm û Çandê jî nêrînan bigirin lê me xwe negîhan rayedaran.


SALÎH SERTKAL - BETLÎS/DÎHA