Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku yekîneyên YPG’ê ji 3 aliyan ve li dijî kozikên çeteyên DAIŞ, Cephet El Nusra û Ehrar El-Şam çalakiyek bi bandor lidar xistiye û wiha hate domandin: “Çalakî ji aliyê herêma di navbera gundê Hedad û bajaroka Ceza ya li nêzî sînorê Iraqê, herêma di navebara Til Koçer û Ceza û xeta di navbera gundê Til Elo û Ceza de pêk hat.” Derbarê encamên çalakiyê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di çalakiyê de yekîneyên me bajaroka Ceza û gelek gundên li van herêman ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha 2 doçkayên 12.7 û 14.5, arpîciyek, 6 kelaşnîkof, yek BKC, 5 wesayît û gelek cebilxane hate desteserkirin. Dîsa bi dehan kuştiyên komên çete hene û 3 cenaze di destê yekîneyên me de ne.” Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG kîjan hêz dibe bila bibe, dema hewl bide ku êrîşî herêmê û ewlekariya gel bixe talukeyê, ew ê wekî mertal li dijî bisekinin û heta ku herêm ji komên çete xilas dibe, wê çalakiyên wan bidomin.
TIRBESPIYÊ