Înfeksoyoneke bakteriel heye ku bakteriyeke bi navê Clostridioides difficile rê li ber ve dike. Ev înfeksiyon kujer e û hin mirov hêsanîtir bi vê nexweşiyê dikevin. Dibe sedema zikçûyîn û îshala dijwar, dema ku antîbiyotîk û hin faktorên din têkela normal a mîkroban di nava ûr û roviyan de xirab dikin.
Ango ev bakterî oportînîstek e ku li benda şert û mercên guncan e da ku bibe bela serê nexweşên bi wê ketine. Niha wiha diyar e ku zanyaran tê derxistiye bê ka ev bakteriya oportînîst keysa xwe li çi tîne.
Li gorî ceribandinên li ser mişkan Clostridioides difficile, dema ku tekêla mikroban tê xirakirin di nava roviyên mişkan de, êdî keysa xwe lê tîne ku bêhtir ji asîda amino acid prolineê bixwe û ev jî destûrê didiyê ku bêteşe zêde bibe.
FRANKFURT