
Tirkiye di nav gengeşeyeke siyasî ya li dij Kurd de destûr û derfetên sînamegerên Kurd jî tine dike. Lewre deriyên sînemayên li Tirkiyeyê yeko yeko li sînamagerên Kurd tên girtin û li bajarên Bakurê Kurdistanê jî hejmara sînemayan her ku diçe kêm dibe.
Li aliyekî sansur Sînemaya Kurd digewixîne, li aliyê din jî temaşevanên sînemaya Kurd ji fîlmên Kurd mehrûm tên hiştin. Gava mirov berê xwe dide Şirnex, Colemêrg, Îdir û Erdexanê dibîne ku qet sînemayek jî tine her wiha li gelek navçeyên bajarên Kurdistanê jî heman rewş heye.
Rewş li Kurdistanê bi vê kambaxiyê ye lê li bajarên Tirkiyeyê li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê li gorî 2015’an sala 2016’an hejmara holên sînemayê zêde bûye. Her wiha li gorî heman daneyan di nava 2015-2016’an de hejmara temaşevanên şanoyê jî zêde bûye û gihaştiye 6 milyon û 16 hezar û 762’yan. Belê li Kurdistanê jî hejmareke zêdebûyî heye ew jî hejmara bajarên li wan sînema tine ye û 4 ji wan jî wilayet in.
Li gorî Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê ku li gorî polîtîkayên dewleta Tirk daneyan belav dike, lêkolîna li gelemperiya Tirkiyeyê li ser sînemayê hatiye kirin, li Tirkiyeyê li gorî sala 2015´an di sala 2016’an de hejmara holên sînemayê gihaştiye 2 hezar û 483’yan.
Fîlmên biyanî bêhtir elaqayê dibînin
Bi zêdebûna holan re hejmara kursiyên li sînemayan jî zêde bûne û gihaştiye 307 hezar û 456’an. Her çendî kapasîte zêde bûbe jî hejmara temaşekeran li gorî daneyan kêm bûye û daketiye 55 milyon û 260 hezar û 600 kesan. Her wiha tê diyarkirin ku hejmara kesên li fîlmên li Tirkiyeyê çêkirî temaşe kirî jî kêm bûye û daketiye 28 milyon û 834 kesan, lê belê temaşevanên fîlmên biyanî zêde bûye û gihiştiye 26 milyon û 426 hezar û 191 kesan.
Li Dersimê carekê hat vekirin
Sala 2016’an hejmara bajarên Kurdistanê yên li wan holên sînemayê tinene, gihaşt 4’an ku ew jî Şirnex, Colemêrg, Îdir û Erdexan in. Hola par li Dersimê hatî girtin Sînema 62, îsal careke tenê deriyên xwe li temaşevanan vekir. Ew jî jo fîlmê Zer ê derhênerê Kurd Kazim Oz bû. Ji ber ku beşeke mezin a dîmenên fîlmê li Dersimê hatibû girtin, lîstikvanê fîlmê Ali Daima Boz ji bo carekê deriyê holê li temaşevanan vekir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên 1970 û 80’yî de li gelek bajarên Kurdistanê holên sînemayê hebûn lê niha rewş kambax e û holên heyî jî bi girtinê re rû bi rû ne. Holên hêyî jî carinan bi mehan girtî ne û salê yek ango du caran deriyê xwe vedikin.
Qeyûm sînema şewitand
Hola sînemayê ya Yılmaz Guney a ku sala 2006’an bi destê şaredariya Batmanê hatibû vekirin, piştî ku dewleta Tirk şaredariya Batmanê desteser kir, 11’ê Îlona 2016’an hatibû girtin. Zivistana bihurî jî hola Yılmaz Guney hate şewitandin ku êdî nema bi kêrî kar tê. Heger dewleta Tirk şaredariya Batmanê desteser nekiribûna wê ji bo nûkirina holê projeke modernîzasyonê pêk bihata ku buhaya wê 550 hezar lîre Tirkiyê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN