Cenazeyê Erol, li navçeyê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û ber bi Goristana Şex Hesen ve birêketin. Di dema meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên lehengên PKK'ê û alên PKK, KCK' û YPG'ê hatin hilgirtin. Piştî cenazeya Erol hate definkirin girseyê sirûda "Çarxa Şoreşê" xwend. Rêveberê MEYA DER'ê Tahîr Adal, li goristanê axaftinek kir û got ku ji bilî berxwedanê tu siuda kurdan a cuda tuneye. Dayîka Erol a YPJ'î, Halîde Erol jî li vir diyar kir ku ew bi keça xwe serfiraze û bang li hemû kesî kir ku tevli berxwedana Kobanê bibin.
Cenazeyê Endamê YPG'ê Şehmûs Alak bi navê kod (Botan Mêrdîn) ê di 16'ê îlonê li gundê Şermûx yê Qamişlo bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji destdabû jî ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hate girtin û ber bi Navçeya navendî a Artuklu ya Mêrdînê ve hate birêkirin. Cenazeyê Alak, piştî gihişt Mêrdînê anîn Mizgefta Nurî Saruhan. Cenazeyê ku ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û ji bo definkirinê ber bi goristana malbatê ya li taxa Mensûriyê hate birêxistin û pişti wecîbeyên olî sipastin axê. Rêvebera MEYA DER'ê Gulbeyaz Guneş di merasîmê de axaftinek kir û wiha got: "Ciwanên me li Rojava û Şengalê canê xwe feda dikin. Ev ciwan rûmeta me ne. Serê Kurdistanê sax be. Em şehîdên xwe ji bîr nakin." Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku tevli merasîmê bûn jî axaftinek kir. Turk, got ku tu kes nikare êdî gelê kurd tune bike û da zanîn ku gelê kurd wê ser bikeve. Sersaxiyên ji bo Alak li Mala Sersaxiyê ya taxa Yalimkoyê tên qebûlkirin.

MÊRDÎN