Belgefilma bi derhêneriya Çayan Demirel Bakur, niha bi temamî li ser youtube ye. Kanala youtube ya bi navê “Reel Truth Crime - True Crime” belgefilm li ser kanala xwe weşand. Di danasîna filmê ya li ser vê kanalê de tê gotin, “Bakur: Di nava PKK´ê de, wan jin û mêran nîşanî cemawerê dide ku biryar dane çekdarî li ber xwe bidin ji bo avakirina siberojeke nû. Di filmê de em şahidiyê li jiyana li sê kampên gerîla yên di nava sînorên Tirkiyeyê yên li herêmên Kurdan dikin. Bi mehan bi awayekî harîqulade dîmenên gerîlayan hatine girtin, di dema perwerdeyê, û mezûnbûna çend gerîlayên nû de; sîstema wan a edaletê û fîlozofiyên wan ên pêşverû ku rêberên wan in jî.”
Sideways Films filmê belav dike û li ser youtube jî ji navnîşana li jêr mirov dikarin li filma Bakur temaşe bikin:
https://www.youtube.com/watch?v=NA9Tvk7QmXo
NAVENDA NÛÇEYAN