Li navçeya Bismilê ya Amedê 300 Êzîdî li konbajar hatin bicihkirin. Navenda Çandê ya Cudî ya di bin banê Şaredariya Cizîrê de xebatên xwe didomîne ji bo piştgiriya welatiyên Êzîdî li Kampa Şehîd Bişenk konser li dar xist. Di kampa ku nêzî 3 hezar welatî lê dimînin de piraniya wan zarok in. Koma Jinên Cudî heta seatên dereng ên şevê bi sitranên xwe hewl da êş û elema Êzîdiyan kîm bike. Di konserê de dema ku Koma Zerdeştê Kal derket ser dikê bi sedan zarok dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî kampanyaya alîkariyê ya bi navê “Bi Rojava re dest bi dest” a ku di meha tîrmehê de hatibû destpêkirin didome. Alîkariyên ku hatine komkirin li avahiya şaredariyê ya kevn de tên komkirin û alîkariyên livin hatin komkirin bi 2 kamyonan ve ji Rojava re şandin.
Ji girtiyan piştgirî
Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê 47 girtiyên siyasî ji bo piştgiriya Şengal û Rojava hezar TL pere û 10 kolî cil şandin Wanê. 46 girtiyên ji doza PKK’ê û girtiyekî ji doza TKP/ML’ê alîkariya ku komkirine gihandin komîsyona alîkariyê. Girtiyan banga bihistiyariyê jî kirin û xwestin derûdorên bihistiyar gelê Şengal û Rojava tenê nehêlin. Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî girtiyên PKK û PAJK’ê pereyên ku kom kirin bi riya malbatên xwe ve ji bo alîkariyê şandin welatiyên Êzîdî yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê hatine bakurê Kurdistanê. Hezar û 50 TL pere û pîkabek cil û malzemeyên jiyanê teslîmî komîsyona alîkariye ya Şaredariya Şirnexê hate kirin.
300 welatiyên Êzîdî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê koçber bûn, li navçeya Bismilê ya Amedê li konbajar hatin bicihkirin. Konbajarê ku li Parka Halîl Îbrahîm Oruç hatiye amadekirin de serê sibehê welatî hatin bicihkirin û bicihkirina wan welatiyan ve hejmara Êzîdî yên li vir in bû 500 kes.
Pêdivî bi rehabîlîteyê heye
Li aliyê din Kordinasyona Piştevaniyê ya bi Gelê Şengalê ya Sêrtê derbarê rewşa Kurdên Êzîdî de daxuyanî da. Kordînasyonê wiha got: “Heta niha 300 mirovên me hatine bajarê me. Piraniya kesên hatine kal û pîr, zarok û jin in. ”
NAVENDA NÛÇEYAN