Bi sedan endamên YCRʹyê li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina komploya navdewetlî û silavkirina berxwedana gelê Bakur daketin qadan û bi yek dengî gotin ʺKujer Erdoganʺ Ciwan li kolanên bajêr meşiyan.

Ciwan li nevenda ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê kombûn û di kolanên sereke yên bajarê Dêrikê re meşiyan. Ciwanên ku bê navber diruşmeyên ʺKujer Erdogan” berz dikirin li nava kolanên bajar geriyan û li Qada Şehîdan kom bûn.

 Di daxuyaniyê de ciwanan bi bîr xist ku Rêberê gelê Kurd liber xwe dide û kesên ku tiliya wan di komplê de heye şermezar kirin û wiha gotin: “Di heman demê de em komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ku derheqê gelê me yê Bakurê Kurdistanê pêk tê û bi taybet komkujiya gundê Xerabê Bava şermezar dikin. Em weke Yekîtiya Ciwanên Rojava bexwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li hember dewleta faşîst silav dikin. 


 DÊRIK