Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku Kurdên Bakûr li dijî şerê DAIŞ´ê bi Kurdên Rojava re bûne yek. Nûçegîhan a rojnameyê Isabel Hunter di nûçeya xwe de, nêrînên Ehmedê 23 salî yê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê wiha anî ziman: “Mirov dibêje qey wan madeyên hişber bikar anîne. Bi sedan kes bihevre êriş dikin. Em wan wekî miyan dikujin lê belê roja paştir dîsa li hemberî me derdikevin.”

 Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piştî serkeftina DAIŞê ya Iraqê wan berê xwe daye Kobanê ya li ser sînorê Tirkiyeyê û Kurd jî wî bajarî diparêzin. Hunter dibêje, “Dengên çek û topên li aliyên Kobaniyê diteqin, li Tirkiyeyê jî tên bihîstin.” Hunter di nûçeya xwe de balê dikşîne ser çalakiyên piştgiriyê yên li Bakûr jî û wiha pê de diçe: “Kurdên Bakur û Rojava li hemberî metirsiya rêxistina DAIŞê sînorê Tirkiye-Sûriyê ji xwe re weke astengiyê nedîtine û bûne yek.” Li gorî Hunter, eger DAIŞ Kobaniyê bi dest bixe, ew ji bo wan dê bibe serfiraziyeke mezin, lewra kontrola sînorê Tirkiyeyê jî dê bikeve destê wan. Nûçegihana Îngilîz radigihîne ku Kobanî ciranê navçeya Pirsûs a Rihayê ye û tevayiya gelê wir jî kurd in. Hêjmara bajêr berê derdora 70-80 hezarî bû. Lê belê bi encamên êrişên DAIŞê hêjmara Kobaniyê gihîştiye nêzikî 500 hezarî. Rojnameya Independent ku navdartirîn rojnameya cîhanê ye, li Britanyayê tê weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN