Bi dehan jinên bajarê Reqayê bi meşekê gefên Tirkiyê yên li dijî Bakurê Sûriyê şermezar kir. Yekitiya Jinên Şehbayê jî bi rasthatina salvegera êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Rêveberiya Jinan a Reqayê meşek li dijî gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dar xist, tê de bi sedan jinên bajêr beşdar bûn. Jin li pêşiya destpêka bakurê bajêr kom bûn û pankartên li ser wan nivîsandî “Na ji dagirkirina Tirkiyeyê re”, “Mirin a faşîstan be”, “Bi îradeya jina azad em ê terorê tine bikin” hilgirtin.
Meş ji Çerxerêya El-Firûsiyê dest pê kir û heta Çerxerêya El-Mezarî ya herêma El-Esediyê dewam kir. Li vir, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Henan El-Hemîd got, “Jinên azad dikarin jiyana azad û demokratîk ava bikin.”
Henan gefên Tirkiyeyê jî şermezar kirin.
Li aliyekî din, berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê, Xewle El-Îsa got, “Herêmên me rizgarkirî, em nahêlin dagirkeriya Tirkiyeyê bikeve bajarên me, armanca dagirker, çêkirina fitneyan di nava gelên herêmê de ye.”
Bi navê Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Wefaa El-Elî destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî zehmetiyên ji kiryarên çeteyan, bi saya QSD`ê azadiya xwe bi dest anîne û got: “Piştî ku gel azadiya xwe bi dest xist, naxwazin careke din komkujî pêk werin.”
Dagir kirin û qirr kirin
Yekitiya Jinên Şehbayê, bi minasebeta salvegera destpêka dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Efrînê, daxuyaniyek da û dagirkerî şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya Ehresê hate dayîn.
Rêveberên meclis û komînên navçeyên kantona Şehbayê, nûnerên Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Şehbayê û gelek şênî di dema daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cibo ve hate xwendin.
Xelekek ji komployê ye
Cibo got, “Dewleta Tirk êrişî bajarê aştiyê Efrînê kir, Efrîn bûbû cihê ewle yê hemû pêkhateyên Sûriyê ku ji şer direviyan. Dagirkeriya Tirkiyeyê, her wiha dest bi gefên êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.”
Cibo îşaret bi armanca Tirkiyeyê ya ku dixwaze çeteyên DAIŞ´ê rizgar bike û got, dewleta Tirk wekî din dixwaze projeya neteweya demokratîk asteng bike. Cibo, tecrîdkirina Ocalan jî weke “xelekeke komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn” nirxand: “Dagirkirina Şehba û Efrînê û komkujiyên li ser gelan pêk anîn, dewama komploya navneteweyî ya li dijî projeya neteweya demokratîk e.
Em wek jinên kantona Şehbayê van gefan û kiryarên Tirkiyeyê şermezar dikin û ji civaka navneteweyî dixwazin zextê li Tirkiyeyê bike da ku rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde û ji Bakurê Sûriyê derkeve.”
ANHA / REQA-ŞEHBA