YPG’ê doh daxuyaniyeke nivîskî da. Fermandariyê got, bila aliyê êrîşkar li xwe mukur bê û eger nebe ew ê weke êrîşeke hêzeke dijminane bi nav bike û li gora wê helwêstê diyar bike.
Lêkolîn dewam dike
Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: “Roja Înê, 19’ê Şibatê, saet 09.30’an, balafireke leşkerî ku nehat naskirin, êrîşî çeperekî hêzên me yên li herêma Tişrîn a rojhilatê Hesekê kir. Êrîş bi bombeyên enqodî pêk hat û piştre jî bi guleyan ev ceper hedef hat girtin.
Heman balafir nêzî nîv saetekê li ser vî cîhî geriya. Di encama êrîşê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 yên din jî birîndar bûn."
YPG´ê ragihand ku li ser êrîşê komîteyeke taybet a lêkolînê hatiye erkdarkirin û li cihê buyerê dest bi lêkolînê kiriye. YPG dide zanîn ku bombeyên enqodî yên neteqiyayê hatine dîtin û li ser wan lêkolîn tê kirin. YPG´ê wekî din da zanîn ku balafir ne ya Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ye û ev daxwaz kir: "Weke fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêjin, bila aliyê êrîşkar xwe bide nasîn û vê buyerê zelal bike. Yan jî em ê wek êrîşeke dijminayî bigrin dest û li gorî wê helwêsta xwe nîşan bidin."
NAVENDA NÛÇEYAN