DANA EMER / ROJNEWS/HEWLÊR

Ev demeke dirêj e balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser asîmanê Başûrê Kurdistanê digerin. Welatî di nav bajaran de jî dengê wan balafiran dibihîzin û dixwazin bi pêwendiyên xwe agahiyan der barê vê mijarê de bigirin. Weke tê zanîn ji bo wênegirtin û dîmenan jî ku hinek kes pêgerên hewayî bi kar tînin, ji bo vê neçar in ji asayîşê destûr bigirin. Her wiha dema ev pêgera hewayî li ser bajar bigere jî divê radarên balafirxaneyan jê agahdar bin.

Li gorî nûçeyeke malpera Jiyan a xwe dispêre çavkaniyeke nav PKK’ê, hatiye piştrastkirin ku balafirên keşfê yên qabiliyeta wan a sûîqestê hene, li Başûrê Kurdistanê difirin.

Çavkaniyê ragihand ku li gor agahiyên lijneya hikûmeta Iraqê ji sê cihên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hene. Du cih di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye. Ev cih jî nêzî Amediyê û Zaxo ne.

Balafirên bêmirov li Gowîjeyê

15’ê Cotmehê li girê Ezmer ê bajarê Silêmanî ku weke Gowîje jî tê zanîn, li dijî 2 endamên KCK’ê Demhat Egîd û Cemîl Amed êrîş pêk hatibû.

Di encama êrîşê de Demhat Egîd û Cemîl Amed şehîd bûbûn.

Asayîşa Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniya têkildarî êrîşê de piştrast kiribû êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve bi rêya balafira bêmirov pêk hatiye. Her wiha îddîa kiribû ku kontrola asîmanê Herêma Kurdistanê di destê hikûmeta Iraqê de ye û berpirsyariya parastina asîmanê Herêma Kurdistanê negirtibû ser xwe.

KCK’ê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên ewlekariyê xwestibû ku di demeke nêzîk de bûyerê zelal bikin, kesên hevkariya MÎT’a Tirk dikin eşkere bikin û hesab bixwazin.

‘Binkeya balafiran li Herîr û Batûfayê’

Pisporê Leşkerî Osman Mihemed, têkildarî gera balafirên bêmirov li asîmanê Başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir, “Ev balafir ji erdê tên arastekirin. Li erdê û li her şûneke Herêma Kurdistanê binkeyên wan ên kontrolê hene. Hinek kes jî ji bo berjewendiyên xwe hevkariyê bi wan re dikin.”

Osman Mihemed destnîşan kir ku sê baregehên sereke yên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hene û got, “Binkeyek li Herîr e, yek li Batûfa ye yek jî li Bakurê Kurdistanê Silopiyayê ye.”