Balafirgeha leşkerî ya Minix û 3 gundê Minixê ketin bin kontrola YPG’ê û hêzên Ceyş el-Siwar. Pêr bi şev balafirgeha leşkerî ya Minix û gundê Minix di encama şerekî dijwar ê di navbera YPG, Ceyş el-Siwar û çeteyan de, ketin bin kontrola YPG’ê û hêzên Ceyş el-Siwar.

Di encama vî şerî de ji çeteyan gelek kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha hejmareke zêde çek û cebilxane ketin destê YPG û Ceyş el-Siwar. Bi rizgarkirina Balafirgeha Minix a leşkerî ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ve, riya destekdayîna çeteyan ya di navbera Ezaz û Helebê de hat birîn. Ev Balafirgeh yek ji çar balafirgehên herî mezin ên Helebê ye. Her wiha ev yekem balafirgeha leşkerî ya ku dikeve destê hêzên QSD’ê.


Balfirgeheke girîng e

Balafirgeh li ser riya Heleb-Ezazê dikeve. Ew girêdayî bajarê Ezazê ye. 35 kîlometreyan ji Heleb dûr e û 15 kîlometryan jî ji, sînorê Tirkiyê dûr e. Ev balafirgeh yek ji balafirgehên leşkerî yên herî girîng ên li Bakurê Helebê ye. Firehiya wê 8 kîlometre ye. Di dema ku di destê rejîmê de bû, gelek hejmarek mezin ji helîkopteran tê de bû. Piştî Balafirgehên Kiwêris, El-Cîre ya leşkerî û ya medenî û Heleb ya leşkerî û medenî, balafirgeha çaremîn e.


Balafirgeh di bin destê çeteyan de bû

Di sala 2013’an de, piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi hêzên rejîmê re ku bi mehan dom kir, ev balafirgeh ket destê komên çete yên weke El-Nusra û Ehrar El-Şam. Çeteya li vir gelek çek û cebilxane, tank û balafirên  xerabe bi dest xistin.

Çeteyan çek û cebilxaneya ku hikûmeta AKP’ê di deriyê Bab El-Selam a Ezazê re ji wan re dişandin, li balafirgehê bicih dikirin. Ji wir jî li çeteyan belav dikirin. Hemû êrîşên li ser Kantona Efrînê û Şêxmeqsûd li wir dihatin pilankirin. Çeteyan gelek welatiyên Efrînê li ser riya Helebê direvandin û li Balafirgehê digirtin û êşkence dikirin.


DAIŞ’ê radestî komên din kir

Di dema êrîşa li ser Kantona Kobanê de, çeteyên DAIŞ’ê xwe ji wir kişandin û ber bi Kobanê ve çûn. Bi vê yek balafirgeh ji komên weke El-Nusra û Ehrar El-Şam re, hiştin. Yekemîn balafirgeha leşkerî ya ku dikeve destê hêzên QSD’ê şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyîş El-siwar ên di bin sîwaneya QSD’ê de ne, îro danê sibehê piştî pevçûnên dijwar ên bi çeteyan re, balafir rizgar kirin. Bi vê yekê jî ev balafir dibe yekemîn balafira leşkerî ya  ku dikeve destê hzên QSD’ê. Bi girtina balafirgehê çete hîn zêde tengav dibin.


3 gund hatin rizgarkirin

Hêzên YPG û Ceyş el-Siwar, piştî bidesxistina balafirgeha leşkerî ya Minixê, 3 gundên li herêmê jî azad kirin. Piştî şerê giran ên şevê din, hêzên YPG/YPJ’ê û Artêşa Şoreşgeran ên girêdayî HSD’ê, danê sibehê  balafirgeha Minix a leşkerî, gundên Minix, Merînaz û Elqemiya yên li derdora Balafirgehê ji çeteyan rizgar kirin.

Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. 


EFRÎN/ ROJNEWS