
Balûken da xuyakirin, ku duh dema Komîsyona Darbeyê li Kişanak guhdarî dikir, Serokê Komîsyonê Reşat Petek bi provokasyonê û bi rengekî gemarî êrîşî Kişanak kiriye û anî ziman, piştî ku Petek li gel polîs û Qesrê îxbar kir, vê operasyonê dest pê kiriye.
Balûken destnîşan kir, êrîşa duh a binçavkirinê li dijî vîna siyasî, rûmet, nasname û hebûna gelê Kurd hatiye kirin û got, “Êrîşên bi sedan salan li dijî nirxên vî gelî tên kirin çi bin, êrîşa duh jî heman tişt e.”
Îdrîs Balûken diyar kir, ji bo gelê Kurd êdî ti wateya gotinê nema ye û got, “Êdî cih ji gotinê re nema ye. Kêr gihîştiye hestî. Sebra gelê Kurd êdî fûriya ye. Ji îro ve berxwedana bênavber dest pê kiriye. Em ê di her saetê de li kolanan bin. Piştî dayîna daxuyaniyekê em ê neçin malê. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqede, em ê li kolanan bin. Weke koma HDP’ê em ê parçeyek ji berxwedanê bin.”
ENQERE