Xebatkarê BAMF ê nîjadperest, li ser hevpeyvîna rojnameya Nurnberger Nachrichten a bi malbateke Efrîkî re, şîroveyên biçûkxistinê û nîjadperest nivîsandibûn. Malbata ku bû mijara nûçeyê, dabû xuyakirin ku wan nekarî mehekê xaniyekî kirê bikin. Endamên malbatê diyar kiribûn ku gelek Elmanan destê xwe nedaye wan û ew biçûk dîtine.

Xebatkarê BAMF'ê Joachim Lorenz jî piştî vê nûçeya di rojnameyê de, bi parvekirinên xwe yên li ser Facebookê, ev malbata Efrîkî bêhtir piçûk xistibû. Lorenz li ser malpera BAMF'ê bi xwe şîroveya "Efrîkayî xwedî mêjiyekî kêm ê sîstemê ne. Hunereke wan nîne ku malên xwe di rewşeke sade de rabigirin. Tolerans û rûmeta mirovan diçe û tê" nivîsandibû.
Lorenz ji bo malbata Efrîkayî pêşniyara 'Ji bo bibin Ewrûpî divê semînerên serwextkirinê' bên lidarxistin û şîroveya biçûkxistinê ya weke 'lê Efrîkayî nikarin li gorî vê pêvajoyê tevbigerin' nivîsandibû.
Li ser nerazîbûnên ji xebatkarên nîjadperest ê BAMF'ê, saziyê li ser malpera xwe ya Facebookê bi daxuyaniyekê lêborîn xwest. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şîroveyên Joachim Lorenz ji aliyê BAMF'ê ve nayên qebûlkirin û dawî li karê vî xebatkarê nijadperest hatiye anîn. 

NURNBERG