Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Newroza Amedê re peyamek dîrokî şand. Ocalan diyar kir ku bi pêkhatina mutabaqata li ser rêgezan a ku deklerasyonê ferz dike; PKK têkoşîna ku çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandiye û ji çekê pêk dihat, bi dawî bike; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bike. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Newroza Amedê re kurdiya wê ji aliyê Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan tirkiya wê ji hêla Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder ve hat xwendin. Peyama dîrokî ya Ocalan wiha ye; Ji gelên me re; ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nijadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bêwate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berovajiyê vê, mudaxeleyeke lezgîn, berpirsiyariya me ya bîr û baweriyên olî, siyasî û exlaqî ye.

 

Destpêka pêvajoya nû 

Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aştiya bi rûmet a gelên welatê me, meşand; îro di duryaneke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye wekî ku vala neçû, hatiye merheleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratîk û aştiya li gorî ruhê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa dîrokî ya Dolmabahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayeke fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne.

 

Kongreya dîrokî

Bi pêkhatina mutabaqata li ser rêgezan a ku deklerasyonê ferz dike; PKK têkoşîna ku çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandiye û ji çekê pêk dihat, bi dawî bike; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bike, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibînim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutabaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komîsyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji lijneya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serkeftî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîbûyîna makeqanûnî, wekî civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana biratî û aştiyê.

 

Merhala nû 

Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav diavêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aştiya rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye honandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî di hizûra we de, silavkirina merheleyeke wisan e. Lê bele diyardeyên ku ji bo welatê me û gelê me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tije ye jî derbasbar bin. Rastiya kapîtalîzma emperyalîst a bi giştî dused salên dawî, bi taybetî jî ya sed salan ew e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin. Yanî li gorî polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhemet heta roja îro anî! Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şiklê DAIŞ’ê derketiye holê. Ev rêxistina ku ji asta hovîtiyê jî derbas bûye; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de kurd, tirkmen, ereb, êzidî û asûrî-suryanî, li dijî hemû gel û baweriyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anî.

 

Mala hevpar 

Roj ew roj e ku vê dîroka bê merhemet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratîk, bi nasnameyên demokratîk ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku di navbera xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

 

Rûhê Eşmeyê

Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin û piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, dikim ku di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Ji derveyî vê, ez silav li berxwedan û serkeftina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li “Ruhê Eşmeyê’” dikim ku wekî remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tesbîtên ku min hewl da ez li jor diyar bikim; heke bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo civakan ji nû ve revîzyon, restorasyon û jinûveavakirina dîrok û rojanebûnê bangeke hêja ye. Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza ku ji bo hemû mirovatiyê bibe wesîleya xêrên mezin, silav dikim.

Bijî Newroz!

Ji Gireva Îmraliyê 

Abdullah Ocalan


NAVENDA NÛÇEYAN




Amed û Kobanê bûne yek


Li qada Newroza Amedê li aliyê rastê yê dikê tabeleya ‘Hûn bixêr hatin Kobanê’ li aliyê çepê jî tabeleya “Hûn bixêr hatin Şengalê” hatin daliqandin. Ji bo Newroza Amedê tenê çend saet mane û ji niha de kelecana pîrozbahiya Newrozê bi milyonan welatiyan re çêbûye. Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê jî qediyan. Ji niha de hatin welatiyan ya qadê dest pê kir. Ji ber ya çend rojan li ser dikê dirûşme û rengên Newrozê hatin daliqandin. Li qada Newrozê li aliyê rastê yê dikê tabeleya ‘Hûn bixêr hatin Kobanê’ li aliyê çepê jî tabeleya “Hûn bixêr hatin Şengalê” hatin daliqandin. 


 AMED