Rêxistin û partiyên beşdarî civatê bûn; KCK, Kongreya Gel, Nûnerê Parlamentoya Kurdistana Federal (Dana Sofî), PDK, PJAK, PÇDK, PYD, PDK-Bakur, PIK, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizbî Sosyalîstî Demokrasîxwazên Kurdistanê, Yêkgirtiya Islamî ya Kurdistanê, Partiya Serbestî ya Kurdistanê, Hizbî Ayendeya Kurdistanê, Partiya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, Pratiya Komunîst ya Kurdistanê-Başûr, Partiya Komunîst ya Kurdistanê-Bakur, PDK-Sûriye, Partiya Çep ya Kurdên Sûriyeyê, KJB, Hereketî Yaresanî Demokratîk, YNDK, Hereketa Jîngeha (Ekolojî) Kurdistanê, CIK, KON-Kurd, nûnerên Instîtutên Kurdî, Federasyona Elewiyan, Otonomiya Kurdên Rûsyayê, Komeleyên Ciwanan wekî organîzasyon beşdar bûn û her weha peyamên piştgiriyê yên Yêkitiya Parlamenterên Kurdistanê, Yêkitiya Şoreşgeran li Rojhilat, Partî Serbixweyî Kurdistan-Rojhilat, Sazumanî Xebat-Rojhilat, Komeleyî Şoreşgeranî Zehmetkêşanî Kurdistan-Rojhilat, Xebat, Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Murat Karayilan, Serokê PYD’ê Salih Muslum cihê xwe girtin.
Di encamnameya civîna mezin de hat ev tişt hat gotin: “Di van du rojên kombûnê da li ser rewşa bi giştî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hate rawestan. Endam û mêvanan dîtin û bîr û hizirên xwe digel hev du parve kirin. Hemû beşdaran di kursiya demokratîk ya KNK’ê de bi berfirehî analîz xwe kirin.
Ev kombûna du rojî bû platformeke şêwira neteweyî û di encamê da hemfikiriyeke bilind ya neteweyî derkete holê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pêşî ya 26’ê Gulanê, ji bo bîr û rehiya neteweyî û ya cîhanê bangeke 8 xalî hate belavkirin. (Banga 8 xalî di dawiya daxuyaniyê de ye). Di daxuyaniyê de ev tişt lê hat zêdekirin: “Di roja duyê, 27’ê gulanê de jî di çarçoveya armanc û pêdiviyên giştî yên neteweyî da erk û wacibên Kurd û Kurdistaniyan û her weha hêviyên ji dewlet û dem û dezgehên navneteweyî hatin behskirin.”
Kombûna Mezin a Cıvata 12’emîn ya KNKê di dawiya da hewce dît ku bîr û rehiya neteweyî ji encamên kombûnê agahdar bike ku bi hev re hêz û dînamîkên neteweyî û her wiha gelê Kurd û kêmaniyên Kurdistanê bi hev re têkoşîna azadî û rizgariyê bilindtir bikin.
Di vê çarçoveyê da em bang, hêvî û daxwazên ji Kombûna Mezin derketî pêşkêşî bîr û rehiya navxweyî û cîhanê dikin:

Kurd xwedî li destkeftiyên başûr derdikevin
- Navenda Rojhilatanavîn Kurdistan e û hêj jî kolonî ye, dagîrkirî ye û bindest e. Gelê Kurd û kêmaniyên Kurdistanê dijî vî nîrê kolonyalîzmê têkoşîneke mezin didin û her diçe nêzîkî serkeftinê dibin. Bi taybetî ji destpêka sedsala 21’an de ve Kurd û Kurdistaniyan qedera xwe bigirin destê xwe û ber bi azadiyê ve biçin. Li Rojhilata Navîn prosesa şkandina statukoya kevnare bi serhildaneke xurt ya neteweyî ya Kurdistanî hatiye destpêkirin û di çarçoveya federal de jî be li parçeya Başûr destkeftek û îdareyeke neteweyî pêk hatiye ku hemû Kurd û Kurdistanî lê xwedî derdikevin. Ev prosese dom dike.
- Ji bo serkevtinê karê sereke yêkitî û tifaqa navxweyî ye. Di serî da xelkê Kurd û hemû dînamîkên Kurdistanê divêt di daxwaza azadî û rizgariyê da li hev bên û di nav eniyeke neteweyî da hêzên xwe bi koordîne bi kar bînin. Ev tifaqa navxweyî dê garantiya bi destxistina piştevaniya dînamikên derve jî digel xwe bîne ku eve yêk ji karên herî pêdivî ye. Ji bo vê yêkê jî, di gava ewil da hemû dînamîkên neteweyî û welatî divêt bi taybetî di çeperê dîplomasiyê da kar û xebatên xwe bi koordîne bi kar bînin û mekanîzmayeke hevpar ya dîplomasiyê organîze bikin û ji bo temsîlkariya di UN, YEyê û dem û dezgehên dî yên navneteweyî da dest bi kar bin.
- Kombûna Mezin ya KNKê daxwazê ji Kongre, Senato û Serokatiya Amerîkayê dike ku firotina firokeyên bê mirov, predatoran û sîlehên giran ji bo Tirkiyeyê bêne betal kirin ku ev bazara çek û çolên leşkerî xizmeta polîtîka demokratîzasyona li rojhilatanavîn nake û dibe sebebê tehrîbatên mezin di navbeyna Kurdistanî û Amerîkayê da.
- Di nav dagîrkerên Kurdistanê da dewleta Tirk di nav reftar û pozisyoneke herî xirabker da ye ku digel hemû tenakuzên xwe yên bi Iran û Sûriyeyê ra jî di pirsa şkandina bizava azadî û rizgariya Kurdistanê da têkiliyên xwe bi rengekî koordînator didomîne ku Kurd li nav Iranê û Sûriyeyê negihine mafên xwe yên rewa. Bi taybetî di aktuelbûna têkçûna rejima Sûriyeyê û derketina ihtimala statuya Kurdan li nav Sûriyeyê da, hemû stratejiya xwe ji bo ku Kurd li nav Sûriyeyê nebine xwudan maf organîze kir. Ji ber vê yêkê divêt beramberî leyiz û entrîkayên dewleta Tirk hişyardariyeke bilind ya neteweyî hebe û her bi çi rengî be divêt rê li ber dewleta Tirk bête girtin. Ji ber vê yêkê jî daxwazê ji hêzên neteweyî li rojavaya Kurdistanê dikin ku yekitiya navxweyî xurttir bikin.
- Daxwaz ji Parlementa Kurdistana Federal tête kirin ku digel KNKê di nav têkiliyê da be û ji bo xurtkirina diyaloga neteweyî û herweha di çareserkirina pirs û pirsgirêkên navxweyî da bi hev ra û bi koordîne kar bikin.
- Kombûna Mezin di nav endîşe û nigeraniyeke mezin da ye ku ev ji deh mehan zêdetir e ku rewşa rêberê KCKê birêz Ocalan ne diyar e û dewleta Tirk bi israr hevdîtinên digel wî asteng dike. Kombûna Mezin ya KNKê ji Kurd û Kurdistaniyan û herweha ji cîhana humanîter û demokratîk daxwazê dike ku di vî warî da di nav alarmê da bin û her bi çi rengî be fişarê bibine ser dewleta Tirk ku rewşa Ocalan bête zelal û aşkera kirin û tecrîda li ser wî bête rakirin û bête serbest kirin.
- Di navbeyna bizava neteweyî li bakur û dewleta Tirk da daku rê li ber pêkhatineke demokratîk vebe, heyeteke parlementerên Kurdistana Federal seredaniya Ankarayê bike û digel berpirsiyarên dewleta Tirk ji bo serbestiya rêberê KCKê Ocalan û girtiyên polîtîk yên Kurdistanî di nav hewildanan da bin.
- Kurdên dîasporayê di nav xwe da organîze bin û bi taybetî di warê zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî da aktîv bin, ji bo parastina etnîk orîjîna xwe, kultur û edetên xwe yên neteweyî zimanê xwe jînde bigirin û pêşve bibin. 

 ANF/BRUKSEL