Di berdewma payama lezgîn de hate destnîşan kirin ku hate ku alîkarî ji sazî û dezgehên mirovî pir dereng man û wiha hate domandin: ''Alîkariyên ku di demên dawî de gihiştin herêmê ji ber ku bi awayekî wekhev nehatin belavkirin tu fayde li gelê herêmê ne kirin e. Pêdiviya gelê me bi alîkariyên lezgîn hene, niha ji ber ambargoyê gelek welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin.'' Di peyamê de panga lezgîn li komele û rêxistinên mirovî yên herêmî û navnetewî,her wiha Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin ku piştgiriya herêmên xweser ên Rojava bikin û alîkariyên mirovî yên lezgîn bişînin herêmê da ku dawî li koçberiya welatiyan bê.
KOBANÊ