Berdewama daxuyaniya Însiyatîfê wiha ye: “Bi vê wesîleyê, ji bo hemû rêxistin û partiyên ku gelê Rojavayê Kurdistanê temsîl dikin beşdarî konferansa Cenevre 2 bibin û nûnertiya Kurdan bikin û ji aliyê civaka navneteweyî ve xweserî û statuyeke azad bê pejirandin em bang li hemû gelên xwe yên li Amed, Serhed û Marmarayê dikin ku beşdarî mîtîngên di 15’ê Çile de li Wanê, 18’ê Çile roja şemiyê Amedê, 19’ê Çile roja yekşemê Stenbolê bibin. Dîsa di 19’ê Çile roja yekşemê li navçeya Dîlokê Îslahiyê bi mebesta ku deriyê Sinorê Efînê ji bo alîkariya mirovî vebe, em hemû gelê Dîlokê, Riha Mêrdîn, Mereş Meletî, Sansûr û Çokurovayê bi ruhê welatparêziyê û berpirsyartiyê vedixwînin mitîngê.”
Li Amedê amadekariya çalakiyê
Rêxistina BDP’ê beriya civîna Cenevre 2 amadekariya mîtînga di 18’ê Çile de li Amedê pêk bê dikin. Dê di mîtîngê de peyama “Bila gelê Rojava beşdarî civîna çareseriyê ya Cenevre 2’an bibe” û “Kurdan nas bikin” bê dayîn.
Rêxistina BDP’ê amadeariya mîtînga ku di 18’ê Çile de li Amedê pêk bê dikin. Dê di mîtîngê de peyama “Bila gelê Rojava beşdarî civîna çareseriyê yae Cenevre 2’an bibe” û “Kurdan nas bikin” ji bo civîna Cenevre 2 a ku di 22’e Çile de li Bajarê Cenevre yê Swêdê pêk were bê dayîn. Berî civîna li Cenevre Rêxistina BDP’ê li Stenbol, Amed û Wanê mîtîngên mezin pêk bîne. Li Amedê di 18’ê Çile de dê mîting pêk bê. Tekildarî mîtîngê Cîgirê Hevserokê BDP’a Amedê M. Eşref Mamedoglu, li ser wate û girîngiya mîtîngê rawestiya. Mamedoglu, da zanîn ku ji bo wan ev civîn pir girîng e û beşdariya gelên Rojava dê ren û ruyê civînê biguherîne. Divê Kurd bi reng û nasnameya xwe tev li vê civînê bibin.” Mamedoglu, anî ziman ku gelê Kurdên Rojava dê bi daxwazên xwe ya statuya siyasî tev li civînê bibin û ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd di bin baneyekê de bibin yek.
Mamedoglu, destnîşan kir ku Navenda Giştî ya BDP’ê biryar dayek ku li Amed, Wan û Stenbolê berî civîna Cenevre mîtîngan pêk bîne û Kurd destê Kurdên Rojava xurt bike û wiha axivî: “Wekî Rêxistina BDP’ê ya Amedê me 250 hezar belavokên destan û 5 hezar afiş û billboard çap kirin. Amadekariya me ya ji bo mîtînga di 18’ê Çile de li qada Îstasyonê pêk bê didome. Em mal bi mal digerin û dixwazin her kesi vehewînin mîtîngê.
AMED