Têkildarî hilbijartên Serokkomariyê ya Îranê, Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) daxuyaniyekî hevpar dan çapemeniyê û banga boykota hilbijartinê kir.

Endamên KODAR, PJAK, KJAR û KCR’ê ku tevlî daxuyniya hevpar bûyî, daxuyanî ji aliyê Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan ve hat xwendin. Berîtan diyar kir ku li dijî îxtidara ku guh nade daxwazên gel tekoşînê dikin, di hilbijartinên meclîsên bajêr û gundan de wiha got: “Di dema gel esas were girtin de, namzet ku rast bin’ wê tercîha me ji ya gel be.”

Daxuyaniya hevpar a KODAR, PJAK, KJAR Û KCR’ê wiha ye:

“ Çi di dema pêvajoya namzetan de, çi gotûbêjkirin li ser namzetan an jî pêvajoya propagandayê de, me dît ku ne xwedî ti projeyên ku bersivê bide daxwaz û pêwîstiyên civakî û derdorên siyasî. Her du alî jî weke li ser tewereyekê li derdorî xwe dizivirîn. Gotinên poplîst ên muhafazekaran xwedî paşerojekî dom dirêj e. Herî dawî di sala 2005’an de bi hilbijartina Ahmedî Nejat a ji bo serokkomariyê gihiştibû lûtkeyê. Li aliyê din jî xeta reformiyan ti daxwazên gel nedîtin, rêz jêre negirtin, herî dawî di hilbijartina 2013’an a 11. a serokkomartiyê de bi awayekî hê baştir derket holê. Rêz nehat dayîn ku civak bi xwe xwe rêve bibe, bibe xwedî gotin û rêz nehat dayîna daxwaza siberojekî nû.”

‘Hilbijartin leyistokeke tevlîhev e’

Nûxumandina ser pirsgirêkan, nedîtina pirsgirêkan li Îranê sîstema îxtidariyê zemînê ji pirsgirêkên nû re dide avakirin. Pirsgirêka mezin, hemû erkan ku di yek kesî de kom dibe û navendbûnê esas digre ku nahêle civak wê birêve bibe, Destûra Bingehîn ya Îranê ye. Astengkirina tevlîbûna jinan û pirsgirêkên wan ji nedîtî ve hatin dide nîşandan ku civakê dide aliyekê, realîteyê ji nedîtî ve tê. Ev hemû ji xwe dide nîşandan ku di sîstemekî yek kesî de mirov, demokrasî, aşitî, çiqas rêz dayîna civakê dide nîşandan. Sistemekê bifikirin ku hemû hewldanên wê ku nivê zêdetir a welat ji jinan pêktê, ji cil û berg, biyolojî û di aliyê tevlîbûna siyasetê de astengiyan derdixe. Bi vî awayî dixwaze bingehê zemîna ekonomiya civakê ji xirab bike. Li aliyekê ku wekû civakê hilbijartî, pirsgirêkan çareser bike, ku nûnertiya wan bike nebûna yek namzetê, li aliyê din jî xapandina civakê û bikar anîna pirsgêkan wan û avakirina pirsgirêkan, hebûna namzetên ku navenda civakê bi navenda sistemê ve girê bide ev rastî derdixe ber çavan. Armanc li vir li dijî ji derve, leyistina demokrasiyê ye, li dijî civakê hunerê xwe nîşandane. Ev jî hilbijartinên li Îranê dixe nava leyîstokekî tevlîhev ku di vê leyîstokê de îxtidar û mûxalefeta saxte ku xizmetê ji îxtidarê re dike, dike leyîstikvanên serkêş.

‘Cih di înîsiyatîfa gel de ye’

Li vir pêwîste em destûr nedîn ku hilbijartinên meclîsên bajar û gundan bikevin dibin siya hilbijartinên serokkomariyê de. Komara Îslamî ya Îranê dixwaze bereyên civakê ber bi hilbijartinên serokkomariyê ve bibe û hilbijartinên gund û bajaran bê wate bihêle. Dixwazin hilbijartinên meclîsên gund û bajaran bê nirx bikin. Ji bo vê jî ku li Îranê di erdingariya ne gelê Fars lê dijîn de ku tenê dihêle Farsiyan hunerê xwe nîşan bidin û dixwazin bizivirînin herêmekê. Tinehesibandina îradeya civakê û komkirina îxtidarê di destê yek kesî de rê vekiriye ku kesên ku firsestçî, rantxwer dihizirin civakê birêve bibin. Hikûmet valehiya di destûrên Îranê de û saziyên ku ji derveyî zagonan hatine avakirin, nahêlin ku saziyên xwecihî pêşbikvein û ti hesab ji wan re nake.

Em mehkûm û boykot dikin

Sazî û siyasetmedarên di asta herî jor a sîstema Îranê de cih digirin, berpirsyariyên siyasî qebûl nakin, weke kû pîrebokiyê bikin, dikevin rolê muxalefetê, bi dîrok û hafizeya siyasetê re henekan dike. Muhafazekar û reformî bi bazarên li ser civakê ve divê bê mehkûm kirin. Di rewşa heyî de em KODAR, PJAK, KJAR Û KCR weke erekî dîrokî hilbijartina serokkomariya Îranê mehkûm dikin û baykot dikin.” 


 ANF / QENDÎL