Hunermendê navdar ê Kurd, Ciwan Haco ji bo namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş bang kir û got, “Em hemû bi hev re dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş.” 

Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê twîterê bi vîdeoyekê banga xwedîderketina li Selahattîn Demîrtaş kir.  Ciwan Haco di vîdeoyê de dibêje: “Gelê min ê bi rûmet, bila em bibin bersiva azadiyê, aştiyê, wekheviyê û demokrasiyê. Em hemû bi hev re dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş. Yekîtiya me hêza me ye. Tifaqa me hêza me ye.”

  STOCKHOLM