Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ), Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) û DEM-KURD’ê, bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin ku demek ji ya din zûtir biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) li Ewropayê, bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin ku demek ji ya din zûtir biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) bi daxuyaniyeke hevpar bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, „Em bang li hemû Kurdan û civata Êzîdî ya li welat û derveyî welat dikin ku xwedî li dengê xwe derkevin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.“FKÊ û MJÊ diyar kirin ku serketina HDP wê aştî, demokrasî, azadiya baweriyan û biratiya gelan bînin Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kirin, ku ev serketin wê dawî li şerê qirêj ê AKP’ê û hevalbendê wê DAIŞ’ê bîne.Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, „Bi helwesteke layiqî şehîdan û gel, em HDP’ê di 1’ê Mijdarê de bi ser bixînin.“
Ji DEM-KURD’ê bang
DEM-KURD’ê banga seferberiyê li hilbijêrên li Ewropayê kir. Hevserokê DEM-KURD’ê Fûat Komur bang li pêkhateyên HDP’ê kir ku bi pêngaveke şoreşgerî tevlî dengdanê bibin. Hevserokê DEM-KURD’ê ya Swîsreyê Fûat Komur, hilbijartinên 1’ê Mijdarê nrixand û banga seferberiyê li pêkhateyên HDP’ê kir.
Komur bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, „Kengî me HDP derxist asteke bilindtir, hingî em dikarin hesabê şerê li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin hesabê xwîna tê rijandin bipirsin.“ Komur ragihand ku divê AKP û Erdogan werin sekinandin û destnîşan kir ku girîng e hilbijêr di 5 rojên dawî de bi ruhê seferberiyê nêzî dengdayînê bibin. Komur diyar kir ku ne pêkane desthilatdariya AKP û Erdogan bi awayekî din werin sekinandin.
Li Hollandayê destpê kir
Li Hollandayê, dengdayînê dohdestpê kir û wê heta 25’ê Cotmehê dewam bike. Hilbijêr rojane saet di navbera 10:00-19:00 li sê cihên cuda yên welêt dengê xwe bi kar tînin.
Li Amsterdam û derdora wê, li Rotterdam û Den Haagê û li Deventer û derdora wê, hilbijêrên HDP’yî wê bi wesayîtên hatine amadekirin biçin ser sindoqan.
NAVENDA NÛÇEYAN