Bi wesîleya salvegera çaremîn a Komkujiya Parîsê, li gelek welatên Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Girseyên gel çelengên reş danîn ber Konsolosxaneyên Fransayê yên li gelek bajaran. Di çalakiyan de banga beşdariya çalakiya 7’ê Çile ya li Parîsê û çalakiyên di 9’ê Çile de hate kirin. 

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, girseya gel destegula reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê. Li ser navê girseyê daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin, ku ji rêvebirina dozê hatiyê fêhmkirin Fransa jî hevparê vî sûcî ye. Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 9’ê Çileyê ya li Kleîtsparkê banga tevlîbûnê hat kirin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara bi heman armancê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê û dosyayek radestî rayedaran kir. Her wiha ji bo çalakiya 9’ê Çileyê ya li Haûptwacheyê banga tevlîbûnê hat kirin.

HANAU: Li bajarê Hanau yê Elmanyayê, li ser Komkujiya Parîsê standa agahdarkirinê hat vekirin. Li vê derê belavok hatin belavkirin û çalakî bi qîrîna dirûşma “Jin jiyan azadî” qediya.

HAMBURG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya salvegera qetlîama Parîsê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de li Monckebergstrasseyê hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku wê otobusên ji Parîsê biçin, ji derveyî otobusên stasyona derve, wê ji herêmên Lunebûrg, Wînsen, Elmshorn û Pînnebergê wê rabin.

DUSSELDORF: Li bajarên Dusseldorf a Elmanya û Den Haag a Hollandayê, çalakiyên edaletê yên ku qetlîama Parîsê şermezar dikin hatin lidarxistin. Piştî mîtînga ku li pêşiya Sefaretxaneya Fransa start hate dayîn û şûn de heta Stasyona Trenê ya Navendê meşek hate lidarxistin. Mîtînga ku di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) û Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) de ku li bajarê Dussldorf li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê di saet 11:00’an de despê kir, qasî saetekê dewam kir. Di Mîtîngê de Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer axivî û wiha got: “ Çend roj mayî ji dozê re mirina Omer Guney ê qetlîam kirî ne tesadûfe. Em ji vê bawer nakin. Em baş dizanin ku di qetlîamê de rola dewleta Tirk pir heye. Em weke jinên Kurd heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya TJK-E û Yekîtiya Jinen Sosyalîst li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiyekhate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Kujer TC”, “Kujer Erdogan” hatin qîrîn.

ZURÎCH: Li Zurîch a Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan girseya gel çelengeke reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê. Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat ragihandin, destpênekirina dozê ne tiştekî bê qebûlkirin e.

KOPENHAGEN: Komkujiya Parîsê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê hate lidarxistin û çalakgeran dosyayek radestî rayedarên Konsolosxaneya Fransayê kirin.

STRASBOÛRG: Li Strasboûrgê qetlîama Parîsê hate protestokirin

Nerazîbûnên Kurdistaniyan a li dijî nixûmandina qetlîama 9’ê Çileya 2013’an ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dabûn, her ku diçe zêde dibe. Kurdistanî li pêşiya avahiya Bas-Rhîn a bajarê Strasboûrg a Fransayê ku bi salê dirêj Fîdan Dogan lê jiyayî kom bûn, tevî 4 salan neronîkirina qetlîamê protesto kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sedan kesên li meydana Canabîere li hev civiyan, heta ber avahiya Walîtiyê meşiyan. Li vê derê jî li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Sûzan Aydemîr û siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axifîn.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Çalakiya rûniştinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Zîn pêk hat. Çalakgerên li ber avahiya Şaredairya Rennesê rûniştin.

DENHAG:  Jinên endamên TJK-E’yê, îro li bajarê Den Haag ê Hollandayê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê mîtîngek li dar xistin. Çalakiya ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî hate lidarxistin de, endamên Meclîsa Jinan a Amsterdam û Komîna Jinên Rotterdamê û endamên SKB’ê jî beşdar bûn. Jinan di çalakiyê de çelenga reş li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê danî. 


 NAVENDA NÛÇEYAN