“Ezidî rojê sê caran berê xwe didin rojê, dua dikin. Belkî duayên herî xweşik yên ku miorvahiyê heta niha gotine yên wan in. Bidehezaran Êzdî li ser rêya koçberiyê ne... Dengekî bide Şengalê... Di felsefeya Êzdiyan de dijminahî û kîn tune. Di dawiya fermana 72’emîn de  xwedayê Êzdiyên ku ronahiya dilan wenda nekiriye Azda ne xwedayekî ku li pey tolhildanê ye. Piştî komkujiyê şêxekî Êzdî wiha dibêje: Hun nekarin rojê bikujin. Hewcedariya Êzdiyan bi vê heye. Ya ku parve dikî ya te ye, ya ku vedişêrî ne...”

Ev gotin yên wan hunermendan in ku ji bo gelê Êzdî yên ji ber komkujiya DAIŞ’ê reviyan wek banga hestiyariyê dikin. Di nav de Engî Gunaydin, Bennu Yildirimlar, Meltem Cumbul, Gurgen Oz û Tulîn Ozen jî  35 hunermend ji bo Êzdiyan derketin pêşberî kamerayê. Hunermendên ku derketin pêşberî kamerayê ev in: Cengîz Bozkurt, Şebnem Sonmez, Ozgur Çevîk, Bihter Ozdemîr Dînçel, Bulent Emrah Parlak, Melîh Selçuk, Tîlbe Saran, Engîn Gunaydın, Ayça Damgaci, Şevket Çoruh, Janset Paçal, Ezel Akay, Şevval Sam, Ozcan Alper, Huseyin Karabey, Yildirim Turker, Burak Tamdogan, Devîn Ozgun Çinar, Ersîn Korkut, Hamdî Kahraman, Gîzem So saldi, Julîde Kural, Nazmî Kırık, Nur Surer, Şebnem Hassanîsoughî, Orhan Alkaya û Ozlem Çinar.

AMED