KCDK-E destnîşan kir ku xala sereke û bingehîn a têkoşîna wan, tenduristî, azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo meşên 9’ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir. 

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, cîhan û sîstemeke ku xwe dispêre azadî û mafên di Danezana Gerdûnî de hatine destnîşankirin hê nehatiye sazkirin û hat gotin, “Cihêkariya nîjadperestî û zayendperestî, zexta li ser ziman, ol, mezheb û baweriyan dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya neteweyên ku welatên wan hatine talankirin, dewam dike. Ji ber şerên mezin ên diqewimin, krîzên li qada navneteweyî didomin. Mirovahî ji bo aştî û azadiyê têdikoşin.”


Tenduristî, ewlekarî û azadiya Serok Apo

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Rêber Apo ku ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye, li şûna şer û nakokiyan bi paradîgmaya xwe çareseriyeke mayinde û aramiyê pêşkêşî herêmê û tevahiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê, hêjaye ku bê dubarekirin; xala bingehîn û sereke ya têkoşîna me tenduristî, ewlekarî û azadiya Serok Apo ye.

Têkoşîna li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û hemû girtîgehên Tirkiyeyê, têkoşîna ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî, di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de wezîfeya bingehîn a kes û saziyên parêzvanên mafên mirovan e.“


Banga tevlîbûnê

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de ev bang hat kirin: “Li Elmanya, welatên Skandînavya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Awûstûrya, Yewnanîstan, Îtalya, Qibris, Kanada, Japonya, Awûtralya û Îngilîstanê di asta eyalet an jî welatan de wê 9’ê Kanûnê ji bo azadiya Birê Ocalan û hemû girtiyên siyasî meş bên lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê xwe, demokrat, rewşenbîr, mûxalîf û her kesên aştî û demokrasiyê diparêzin dikin ku tevlî van meşan bibin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN