Banga KONGRA GEL gelekî girîng e

Haberleri —

Siyasetmedarê xwedî tecrûbe yê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman diyar kir ku ‘Banga Yekîtiya Neteweyî’ ya di Encamnameya 10. civîna Civata Giştî ya KONGRA GEL de hatî kirin, gelekî girîng e. Osman got, “Pêwîst e derhal kongreyek bê lidarxistin. Eger Kurd nikaribin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê xeterên gelekî cidî derkevin pêşiya wan.”

Osman dewletên Tirk û Îranê weke astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd bi nav kirin û destnîşan kir ku hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo bi Esad re li hev bike jî li ser bingeha dijberiya Kurdan in. Li ser mijarê Mahmûd Osman weha peyivî: “Mejiyê Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê yek e û ev hêz îro li eniyeke dijî Kurd cih digirin. Ya îro diqewime jî ev e. Eger Kurd ji aliyê neteweyî ve nebin yek, wê xeterên gelekî cidî derkevin pêşiya wan.”


Têkoşîna li ser bingeha yekîtiyê zarûrî ye

Mahmûd Osman têkoşîna bi tena serê xwe ya rêxistin yan jî partiyekê ji pêdiviyên demê û dîrokê kêm dît û got, “Lewma divê hêzên Kurd derhal li hev bicivin. Ev êdî zarûriyetek e. Divê em ji bîr nekin, ev dewlet ne tenê dijminê partiyek, du partiyan yan jî rêxistinan in. Ev dewlet, Kurdan weke dijminê xwe dibînin. Çawa ku ew li hev dicivin û tifaqa dijî Kurd ava dikin, pêwîst e ku Kurd jî ji bo azadiya xwe li hev bicivin.” 


 SILÊMANÎ


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.