Ebdûllah a niha li Kobanê ye û di eniya berxwedanê ya li dijî DAIŞ'ê de cih digire, der barê berxwedana li nava bajêr de agahî da.
 Ebdûllah da xuyakirin ku ji bo ev berxwedan dewam bike, pêwîstiya lezgîn bi korîdora alîkariyê heye û ji hêzên kaolîsyonê xwest, ku vê daxwaza wan li ber çavan bigirin.
Ebdûllah ragihand ku li nava bajêr pevçûnên kolanan dewam dikin û anî ziman ku YPG bi awayekî serketî li ber xwe dide. Ebdûllah da zanîn ku tevî vê yekê jî DAIŞ bi çekên giran ên li derveyî bajêr bicih kiriye re, qadên mirovên sivîl lê dijîn bombebaran dike û ev yek bûye sedema windahiyên sivîl. Ebdûllah anî ziman ku girîng e kaolîsyon bombebarana nuqteyên DAIŞ'ê dewam bike û destnîşan kir ku ev yek ji bo parastina sivîlan gelekî girîng e.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah diyar kir ku DAIŞ ji Reqa, Minbic, Cerablûs, Sarrîn, Tel Ebyad û Ayn Issa timî hêzên nû û çekên giran tîne û ragihand ku pêwîstî bi êrîşên bi bandor heye ku pêşî li van teqwiyeyan bigire.
Ebdûllah da xuyakirin ku DAIŞ'ê bi taybetî li bajarê Ayn Issayê gelek tankên rejîmê bi dest xistiye û niha li hemberî Kobanê bikar tîne.

KOBANÊ




Ji bo Kobanê bila Konseya Ewlekariyê biryarê bigire


Partiya Keskan a Awûstûryayê xwest, ji bo Tirkiye destûrê bide şervanan ku derbasî Kobanê bibin, zext bê kirin. Di daxuyaniyê de ji Wezareta Karên Derve hat xwestin ku zext li Erdogan bê kirin ku soza korîdorê ya daye Kurdan bicih bîne. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo derbasbûna şervanên Kurd, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarê bigire.
Di daxuyaniya hevpar a parlamenterên Partiya Keskan Bêrîvan Aslan û Peter Pilz de hat ragihandin ku duh ketina avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê bi awayekî sembolîk hatiye asê kirin.  Di daxuyaniya Keskiyên Awûtûryayî de ji Wezîrê Karên Deve Sebatîan Kûrz hat xwestin ku ji bo alîkarî bi Kobanê re bê kirin zextê li Tirkiyeyê bike. Keskiyan xwestin, Konseya Ewlekariyê y li ser korîdora derbasbûna şervanan ji bo Kobanê, biryarekê bigire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Keskî wê ji bo destekkirina Kurdan bangeke berfireh bikin.

VIYANA