Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê 7´emîn komcivîna bi navê Weşangeriya Tirkiyê, di navbera 12 û 13´ê Gulanê de li Stenbolê li dar xistibû. Di komcivînê de li gel pirsgirêkên din ên weşangeriyê pirsgirêka weşangeriya zimanê dayikê jî hatibû nîqaşkirin.
´Ne wekî sûc bibînin piştgiriyê bidinê´
Piştî komcivînê Yekîtiyê encamnameyek belav kir. Di vê encamnameyê de Yekîtiya Weşangeran balê dikişîne ser rewşa weşangerî, perwerde û xwendeyên zimanê dayikê. Yekîtî dibêje ku “Nivîsandin, xwendin û weşangeriya zimanê dayikê maf e. Rêya parastina cûr bi cûriyê ji polîtîkayên çandê yên azadîxwazî derbas dibin.”
Yekîtî di vê çarçoveyê de nêrînên xwe weha eşkere kir: “Divê xwendin, nivîsandin û weşangeriya zimanê zikmakî weke sûc neye dîtin û piştgiriya wê were kirin. Divê astengiyên li ber hilberana afirêner a zimanê dayikê bên rakirin. Kêmasiya perwerdeya zimanê dayikê yan jî qedexekirina wê, neqebûlkirina hebûna hin zimanên Anatolyayê ji hêla saziyên fermî, wê bibe sedem ku ev ziman winda bibin. Pirsgirêka bingehîn a weşandina pirtûkên bi zimanê dayikê kêmî yan jî tunebûna wergêr, nivîskar û xwendevanan e. Xwendevan, nivîskar û wergêr jî tene bi wê rêyê mimkûn e ku li zanîngehan perwerdeya zimanê zikmakî bê dayîn.”
Yekîtiya Weşangeriya Tirkiyê balê dikişîne ser pirsgirêkên firotin û belavkirina weşanên bi zimanê dayikê û daxwazê ji dewletê dike ku bi rêya projeya TEDA´yê piştgiriyê bide weşangeriya bi zimanê dayikê.
ENQERE