Hozan Canê ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP´ê çûbû Edîrneyê û li wir hatibû girtin. Ji doza tê de dihat dadgehkirin, 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Beriya bi çend rojan keça Canê jî bi îdîaya heqaret li serokkomarê Tirk kiriye, hat girtin. keça Hozan Canê Gonul Ors, beriya niha ji bo biçe serdana dayika xwe çûbû Tirkiyeyê. Hingê qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê danîbûn ser Gonul Ors. Pêr, gava ku Gonul Ors xwest ji tirkiyeyê veqete, hat girtin û ew xistin hepsê.
Rojnamevan û wergêra Elman Meşale Tolu ya ku li Tirkiyeyê hatibû girtin, 8 mehan di hepsê de mabû û bi şertê serbest bê dadgehkirin hatibû berdan, ji bo Hozan Canê bang kir. Meşale Tolu ya ku tevî wê pitika wê û hevjînê wê -bi qedexeya derketina ji Tirkiyeyê- jî hatin cezakirin got, li Tirkiyeyê mirov tevî malbata xwe tên cezakirin. Meşale Tolu got, piştgiriya bi Hozan Canê û keça wê re lazim e, û ji bo zexta li ser dewleta Elman bê zêdekirin bang kir:
Li ber rabin bêdeng nemînin
“Wan xwest pêşiyê li Gonul Ors bigirin da ku li Elmanyayê ji bo dayika xwe tênekoşe û rojevê çêneke.
Di pêvajoya elaqedarî Hozan Canê û keça wê de zexta pêwîst li hikûmeta Elman nehatiye kirin, û weke di mînaka me de mekanîzmayeke zexta civakî jî nehatiye avakirin, ji ber vê jî hikûmeta AKP´ê û çerxa dadê ya ser bi wê wêrektir dibin.
Hewl didin têkoşîna heq û azadiyê bi girtin û êrişan asteng bikin. Yek rê heye ku ev neheqî û êriş bên rawestandin, ew jî liberrabûn û bêdengneman e.”
NAVENDA NÛÇEYAN