Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bûyerên mora xwe li sala 106’an xistin û mijarên di rojeva heyî de ne, ji ANF’ê re nirxand.

Kalkan da xuyakirin, ku tevî zor, zehmetî û êşên giran, di sala 2016’an de gelek destketî hatin afirandin û ‘Plana Têkbirinê’ ya AKP’ê bi giranî hat pûçkirin. Kalkan got, “Encamên welê derketin holê, ku yên xwestin têk bibin, bi xwe hatin radeya têkçûnê. Lewma zor û zehmetî, êşên hatine kişandin û berdêlên hatine dayîn, belasebep nebûne. Di dîroka berxwedana Kurdan de ev sal bûye sala berxwedanê ku navê xw bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Berxwedana xwerêveberiyê ku bi Cizîr û Sûrê dest pê kir û li Gever, Şirnex û Nisêbînê derket asta herî bilind, nîşanî dost û dijmin da, ku gelê Kurd çiqasî di jiyana azad de bi biryar e, bi israr e. Em salê li ser vê bingehê diqedînin.“

Qadên xwerêveberiyê 

Dûran Kalkan da xuyakirin, sala 2016’an ji bo tevgera wan bû sala berxwedan û serketina mezin û wiha dewam kir, “Rêberî li ber xwe da, gel li ber xwe da, gerîla li ber xwe da, siyaseta demokratîk li ber xwe da. Jin û ciwanan li ser xeta Apoyî ji bo azadiyê bi lehengî li ber xwe dan. Dirûşma salê ji aliyê ewladê hêja yê Cizîrê, endamê meclîsa gel, sembola berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç ve hê di destpêka salê de hate diyarkirin. Li dijî êrîşên faşîst û tinekirinê yên AKP’ê got, ‘em ê serî netewînin, bi me serbilind bin’. Sala 2016’an ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê û mirovahiyê, pêvajoyeke lehengiyê ya dîrokî da destpêkirin. Dikare bê gotin, ku her saleke PKK’ê bi zor û zehmetiyan derbas bûye, lehengiyên mezin lê rû dane û bûne salên mûcîzeyî. Sala 2016’an jî bûye saleke bi vî rengî ya berxwedana PKK’ê”

Kalkan da zanîn, taybetmendiyên xweser ên her salê hene û got, “Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bû berxwedana topyekûn.  Sala 2015’an bû sala serketina mezin a Rojava, sala 2016’an jî bû sala serketin û berxwedana mezin a Bakurê Kurdistanê.”

‘Cizîrê xeta lehengiyê derxist holê‘

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da zanîn, pîvana Mehmet Tûnç wek pîvaneke rasteqîn a Apoyî mohra xwe li tevahiya salê xist û wiha dewam kir: “Li ser vê bingehê, sala 2016’an bû sala berxwedanê. Berxwedanên Cizîr û Sûrê hê di destpêka salê de bûn navenda dilê gelê Kurd. Cizîr, bi gotina Mehmet Tûnç, serî netewand, xeteke lehengiyê ya ku timî mirov pê serbilind bin derxist holê. Bi vî awayî xeteke berxwedanê ya ku di nava têkoşîneke bi vî rengî de çawa bê destnîşankirin, eşkere kir.“

‘Sûrê, tirs xiste dilê dijmin’

Kalkan têkildarî berxwedana dîrokî ya Sûrê de jî ev nirxandin kir: “Berxwedêriya Sûrê lehengiyeke ku tirs berda dilê dijmin, vîna dijmin şikand, derxist holê. Taktîkên fermandar Çiyager, hêzên şerê taybet ê Tirk gêjomêjo kir. Bi gotina rayedarên dewleta Tirk, artêşa Tirk li pêşberî komek ji berxwedêran şikest, têk çû. Li xwe mikur hatin ku hêzeke ji çar tabûran winda kirin.“ 

‘Ketin nava sendroma Nisêbînê‘

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan berxwedana mezin a Nisêbînê jî wiha rawe kir: “Li Nisêbînê lehengiyeke mezin rû da. Di nava artêşa Tirk de berê qala sendroma Kurdistanê dihat kirin. Lê belê di berxwedana bajarekî de yekemcar ev gotin di berxwedana Nisêbînê de bi awayekî zelal hate gotin. Artêşa Tirk û hêzên şerê taybet demeke dirêj di nava sendroma Nisêbînê de man. Wisa li wan hat, ku nekarîbûn xwe nêzî kolanên Nisêbînê bikin. Tirseke gelekî mezin kete dilê wan, gelek kuştiyên wan çêbûn

Şirnex jî bû mînaka wê yekê, ku bi windahiyên herî kêm, derba herî mezin li dijmin xist. Li Şirnexê têkoşîn hê jî dewam dike. Gel li ber xwe dide, hêzên azadiyê li ber xwe didin.”

‘Berxwedana bêhempa ya biharê‘

Kalkan da xuyakirin, ku ew bi berxwedana lehengiyê gihîştin bihara 2016’an û got, “Sala 2016’an li tevahiya çiyayên Kurdistanê bû saleke şerê mezin. Çiya û herêmeke ku lê çalakî lê nehat lidarxistin, darbe li dijmin nehat xistin, nema. Gerîla şerekî tolhildanê yê bi bandor meşand. Ev şerekî li ser xeta fedayî bû. Ev berxwedana bêhempa bi şervaniya Zinar û Doga dest pê kir. Şerekî mezin ê şoreşgerî hate meşandin, ku ji Elezîzê heta Cizîrê serî li dijmin da tewandin, hesab ji hemû kujeran pirsî û tola komkujiyan hilanî. Ji xwe ev tên zanîn, ne lazim e mirov dubare bikin.”

‘Erdogan di nava tirsê de ye’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku vê berxwedanê koalîsyona AKP-MHP’ê xitimand û di encamê de di meha Gulanê de hikûmeta Ahmet Davûtoglû ket, di Tîrmehê de jî hewldana darbeya leşkerî hate kirin. Kalkan bi berdewamî got, „Reveberiya Erdogan hatiye nuqteyeke wisa, ku di nava sendroma têkçûnê de heye. Gelekî ditirse, nikare razê, nikare bisekine. Ji her kesî ditirse. Gefê li her kesî dixwe û bi gerandina dek û dolaban hewl dide dîktatoriya xwe ya şexsî ava bike.”

‘Berxwedana Kurdan tine nabe‘

Kalkan diyar kir, tevî hemû komkujî, girtin û êrîşên faşîst ên faşîzma AKP-MHP’ê, berxwedana Kurdan bi gavekê jî nehatiye qelskirin û got, “Çi li derve, çi li zîndanê, li çiyê, li bajaran, hemû Kurdên welatparêz li her cihî li dijî faşîzm û qirkirinê bi lehengî li ber xwe didin û ti carî serî natewînin. Destketiya herî mezin a ku sala 2016’an derxistiye holê ev e: Berxwedana Kurdan ji hev nakeve, tine nabe. Gelê Kurd bi biryar e ji bo azadiyê li ber xwe bide. Gelê Kurd hê bêhtir li hev civiya, hê bêhtir şoreşger bû, hê bêhtir radîkal bû. Li parçeyên din û derveyî welat, Kurd hemû li dora vê xeta berxwedanê lihev civiyan e.”

‘Têk çûna rêveberiya AKP-MHP nêz e‘

Kalkan destnîşan kir ku êdî rêveberiya Tirkiyeyê ti tiştekî xerc bike nehiştiye û wiha pê de çû; “Dawiya vê salê, têkçûna rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê her çiqasî xwe virdewêde bikin jî, bêjin wê destûra bingehîn çêbikin jî, wê temenê wan ne dirêj be. Heta vê xeta heyî bidomînin, wê dawiya desthilatdariya heyî nêz be. Esas, ew temenê ku AKP ji bo me dibêje, ji bo wan bi xwe ye.”

‘Ba li wan bû bahoz’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser teqîna li Stenbolê û got; “Li Stenbolê teqînek çêbû, yekî ku ji xwe re dibêje nivîskar im, dibêje, ‘ma me çi kiribû ev hat serê me.’ Ma tu yê hê çi bikira? Te Kurdistan kir gola xwînê! Ev saleke ti qetlîamên ku te nekirî nemane. Dema balafir, tankan, helîkopteran tax, bajar, çiya, kevir bombe dikirin te li çepikan dida. Dema li Kurdistanê qetlîam dibe, mirov tên kuştin asayî ye, lê li Kurdistanê dema yek çend sîleyan li polîsekî kujer dixe, qiyamet e. Ba çandin, bahozê diçînin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve ba çandin, niha jî bahoza TAK’ê diçînin.“


ERSÎN ÇELÎK / ANF / BEHDÎNAN