
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir û got, „Êdî gotin têr nake, kî dikare çi bike divê bike; roj ne roja rawestan û temaşekirinê ye, roja şeref û namûs û xîretê anha ye!“
Konseya Rêveber a KNK’ê bibîr xist, ku dorpêçiya li Sûrê 55, ya li Cizîrê jî 43 roj in dewam dike û da zanîn ku li Silopiya, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Kerboran, Farqîn, Dêrik, Wan, Hezex û gelemperiya Kurdistanê rewşeke awarte heye.
KNK’ê ragihand, ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd biryara qirkirinê daye û gav bi gav vê di pratîkê de pêk tîne, jin, zarok, kal, pîr her kesî hedef digire, bajaran xera dike û komkujiyan dike.
Pîvanên mirovahiyê ne men
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku hejmara kuştî, birîndar û girtiyan roj bi roj zêde dibe û got, „Qanûn, hiqûq, edalet, nîzam, wijdan nema ye. Ji xwe belgeyên ku ketine dest, dide nîşandan ku talîmatên rêvebir û fermandarên dewletê, çawa destûra komkujiyê û qirkirinê daye hemû personelên xwe.“
Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser êrîş û heqaretên li parlamenter, şaredar û nûnerên gelê Kurd tên kirin û hat ragihandin, ku ji nîvî zêdetir şaredar û berpirsyarên siyasî yên Kurdistanî dîl hatine girtin.
Roj roja raperîn û têkoşînê ye
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: „Li hember van êrîş û kiryarên dewleta faşîzan ên Tirkiyeyê, gelê me bi hemû hêza xwe hiş û îradeya xwe diparêze, bi lehengî têdikoşe û siyaseta teslimiyetkar a AKP’ê qebûl nake. Yê ku ditirse AKP ye, ne gelê me ye. Ji xwe ev êrîşkariya wan a ewqas mezin ji vê tirsa wan tê. KNK jî, bi hemû hest û hiş û hilwesta xwe, bi hemû endam û alîgirên xwe ve li gel tekoşîna gelê xwe cih digre, bi gelê xwe yê berxwedêr re ye, em heta dawiyê bi gelê xwe re ne.
Banga me ji raya giştî ya cîhanê re ev e: Eger hûn dixwazin alîkariyek mirovatiyê ji bo gelê me bikin, îro roja wê ye, sibê dereng e û bêkêr e/bêsûd e! Her wiha divê herkes li beramberî faşîzma dewleta Tirka hilwesta xwe zelal û aşkere bike; ya li gel e ya li dij e! Ji bo gelê me jî gotina me ev e: Êdî gotin têr nake, kî dikare çi bike, divê bike; roj ne roja rawestan û temaşekirinê ye, roja şeref û namûs û xîretê anha ye! Em her kes rabin serxwe!“
Dorpêçê bişikînin AKP’ê têk bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî balkişand ser êrîşên dewleta Tirk û diyar kir ku pêwîst e gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê, li her cihê lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, dorpêça li Kurdistanê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP’ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin. KCK’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji niha ve li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê têk çûye, girîng e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, bêyî li şerê psîkolojîk ê hikûmeta AKP’ê bialiqin, bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. KCK’ê bi lêv kir ku li dijî êrîş û komkujiyên li Cizîr û Sûrê tên kirin, pêwîst e gel li her derê rabin ser piyan û ev tişt ragihandin: “Dewleta Tirk, ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirin û komkujiyê yên li dijî jin, zarok, extiyar û tevahiya gelê Kurd veşêre, serî li her rê û rêbazan dide.”
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt ragihandin: “Girîng e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, bêyî li şerê psîkolojîk ê hikûmeta AKP’ê bialiqin, bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî êrîş û komkujiyên li Cizîr û Sûrê tên kirin, pêwîste li her derê rabin ser piyan. Niha li Cizîrê ji ber êrîşa bi tank û topan gelek sivîl bi giranî birîndar bûne. Divê gelê li Cizîrê bimeşe taxên berxwedanê, dorpêçiyê bişikîne û birîndaran rake. Divê gelê me û hêzên demokrasiyê li her devera lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, vê dorpêçiyê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP’ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN