Di çarçoveya şermezarkirina kiryarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de yên li dijî şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê 6 partiyên Kurdî yên Rojava daxuyaniyeke hevbeş derxistin û têde gotin ku armanca van kiryaran berjewendiyên partiyane ne û xizmeta gelê Kurd di va qonaxa dîrokî de nakin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Rojava ev demeke ambargoyê jiyan dike û hemû sînorên bi Rojava re hatine girtin û gelek zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên jiyanî de di riya hundirê Sûriyê re dikşîne. Gelê me li dijî hemû pilanên qirêj ên li dijî hebûna gelê Kurd bi lehengî ber xwe da. Li gel van êrîşên tund gelê me li benda ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bû ku bi dehan pireyan di navbera Başûr û Rojava de ava bike û sînorê ku dijminên gelê Kurd ava kirine rabike. Lê mixabin em dibînin ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên partiyane beşdarî pilanên dijminên Kurdan dibe û di navbera Başûr û Rojava de xendekan dikole.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate bidawîkirin: “Em hemû kiryarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li dijî Şoreşa Rojava şermezar dikin û em bang li Hikûmetê dikin ku van karên xwe yên bê berpirsiyartî rawestînin û xendeka kolandine tijî bikin û berpirsiyarê gule bi ser welatiyan de barandine ceza bike.”
Partiyên beşdarî daxuyaniyê bûne ev in: “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê li Sûriyê,Partiya Komonîst a Kurdistanê li Sûriyê, El-Partî Dîmkratî Kurdistanî- Sûriyê, Kombûna Niştimanî Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.”
QAMIŞLO