
Federasyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ), Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) û Meclîsa Şengalê ya Dîaspora (MŞD) ji ber yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.
Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku di fermana 73’an de her tiştên li dijî mirovahî li ser civata Êzîdî hatiye ceribandin û hat gotin; „Bi hezaran jin û keçên Êzîdî hatin tecawizkirin. Bi sedan Êzîdî kuştin û organên wan di bazaran de firotin. Keç û zarokên Êzîdî heyanê Afrîqa hatin firotin. Bi hezaran Êzîdî neçar man ku ji vê axa pîroz a Êzîdxan koçber bin.“Saziyên Êzîdî diyar kirin ku Êzîdiyên niha li ser xaka pîroz in û li ber xwe didin bi saya Tevgera Azadiyê mane û destnîşan kirin ku yekemcar hêzeke gerîla bi hêza xwe sê sînorên dewletan derbas kir, dest li rewşa Şengalê werda û ehta niha jî nêzî saleke ji bo azadkirina civata Êzîdî têdikoşe.
Bi saya berxwedanê dibêjin ‘em Êzîdî ne’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civata Ezidî ya îro li Ewropa, Rûsya, Ermenîstan, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijîn bi saya Êzîdiyên li Şengalê li ber xwe didin dikarin bêjin ‘Em Êzîdî ne, em ola Êzîdiyatiyê diparêzin’ û ev xal hat destnîşankirin: „Di vê wateyê de civata me yê Êzîdî jî bila baş bizanibe, bi avabûna YBŞ û YPJ-Şengal firsendeke pir dîrokî bi dest xistiye. Ji ber ew hêza Azadiyê ya niha jî li çiyayê Şengalê bi hêza YBŞ û YPJ-Şingal derketiye holê. Berxwedana YBŞ’ê berxwedana hêza azadiyê a li Şengalê ye. Ji bo vê pêwîste qîmeta YBŞ û YPJ-Şengal baş bê zanîn. Armanca saziyê civaka Êzîdî ew e ku YBŞ‘ê bikin hêzekî xurt a heremê. YBŞ êdî di qada navneteweyî de wê bibe hêza leşkerî, siyasî û dîplomasî ya civata me ya Êzîdî.
Beriya her tiştî rêxistinbûyîn û yekîtî
Di daxuyaniyê de rê û rêbaza bi tenê ya rêgirtina li tevkujî û tenebûnê jî mîna rêxistinbûyîn û yekîtiya Êzîdiyan hate nîşandan. Têkildarî mijarê ev nerîn hatin parve kirin: „ Ji bo em bibin bersiva van êrîşên hovane yên li Şengalê, Kobanê û Rojava pêk tên, divê bi îradeyek xurt li gor ruhê cangoriyên 73 fermanan û cangoriyên şorereşa Kurdistan bi berxwedanekî taybet em xwe bidin naskirin û li wan xwedî derkevin. Em rewşa civata Êzîdî û bûyerên li welatê me qewimîne baş dizanin! Berî her tiştî xwe bi rêxistin kirin û yekîtî ji bo me girîng e.“
‘Ji bo rizgarkirina Şengalê hewl bidin’
Di daxuyaniya hevpar de bi van gotinan banga têkoşîna rizgarkirina Şengalê jî li gelê Kurd û raya giştî hate kirin: „Lê em ji bîr nekin, nîvê Ṣengalê hîna jî aliyê DAIŞ ve dagirkiriye, bi deh hezaran mirovên me li ser xaka bav û kala penaber e û raya giṣtî ya cihanê bê deng e. Her çiqas Neteweyên Yekbûyî weke jenosîdê bi nav kiribe jî, lê ji bo ewlakarî û statûya Ṣengalê hewldanê berbiçav çênebûne.Ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê pêwîste civaka me li hemû qadê jiyanê bê navber di nav hewldana de be, li dora saziyê xwe kom bibe û yekitiya xwe xurtir bike. Her wiha ji bo em hemû listikê li ser civaka me tên meṣandin bê armanc bihêlin û 3 Tebaxê bibe roja Ṣengalê ya Navneteweyî, girîng e em her bêhtir bi xabatin û dengê xwe bilindtir bikin.“
Banga tevlîbûna meşa Cenewreyê
Li ser vê yekê em ji wek saziyê civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û dostê wan li Cenevreyê salvegera fermana Şengalê bi çalakiyeke navendî protesto dikin. Di 3 Tebaxê de meṣ û miting tê lidarxistin. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên ev bang hate kirin: „ Banga me ji hemû kesê dilsoz û xwemxwarê bawerî û çanda Êzîdiyatî dibinin, kesê xwe welatparêz, demokrat, aṣtîxwaz û aligirê kêm ola û bindesta dibinin, bi hemû hêza xwe tevlî çalekiya ‘Roja Ṣengalê ya Navneteweyî’ bibin.Tevlîbûna çalakî gelekî girînge ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê, Kobanê û Rojava, werin em bi hevdû re dengê xwe bigînen warê xwe Kurdistan û li gelên navneteweyî. Îro li ser nêzîkbûn û xwedî derketina Sengalê em mirovahiya her mirov û taybetî her Kurd ber çavan derbas dikin. Pêşketin û serketin wê ya me bin.“Çalakiya navendîn roja 3’ê Tebaxê li navnîşana Place des nations / 1202 Cenevre saet 12:00’an dest pê dike.
NAVENA NÛÇEYAN
Êrîşên AKP’ê hêzê didin DAIŞê
Sazî û rêxistinên Êzîdiyan bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd û HDP’ê bi tundî şermezar kirin û destnîşan kirin, ku êrîşên AKP’ê yên li dijî PKK û HDP’ê, ji bo Êzîdiyan xeteriyeke mezin e.
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan li Ewropayê, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Hevbendiya Êzîdiyên li Sûriyeyê û Komeleya Êzîdiyên li Kantona Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên AKP’ê yên li dijî PKK û HDP’ê şermezar kirin û bal kişandin ser xeteriya van êrîşan ji bo Êzîdiyan.
Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku hikûmeta AKP bi êrîşên hewayî, girtina siyasetmedar û çalakvanan, bi îlankirina bidawîanîna pêvajoya aştiyê bi Kurdan re dest bi hemleyek şer a mezin li dijî PKK kiriye.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP dixwaze HDP’ê bigire û hat gotin, „Em rêxsitinên Êzdiyên Bakur/Tirkiyê, Başûr/Iraq û Rojava/Sûriyeyê bi tundî hemleya şer a AKPê li dijî PKK û HDP şermezar dikin. Em ji raya giştî ya cîhanê re diyar dikin ku PKK bi fedakarî sed hezar Êzîdî li Şengalê ji destê DAIŞ xelas kir. Em wek Rêxsitinên Êzdiyan dibêjin: Hemleya şer ya AKPê li dijî PKK û HDP’ê Êzîdiyan û hemû kêmol, kêmmezheb û kêmneteweyan li herêma Rojhilata Navîn qelis dike û destê dijminê wan DAIŞ, xurt dike. Hemleya şer a AKP’ê li dijî PKK û HDP Êzîdiyan tehdîd dike û DAIŞ xurt dike.“
‘Rê li ber şerxwaziya AKP’ê bigirin’
Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin: „Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku rê li ber vî şerê qirêj ê AKP’ê bigre û dawî li têkiliya AKPê û DAIŞ bîne. AKP a ku di bin çavên wê re bi hezaran terorîst derbasî Sûrî û Iraqê bûn û hemû bûn qatilên Êzdi, Xirisityan û Şîan. Ewqas komkujî kirin û antîkên bi hezarên salan xerakirin. Em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin; Eger PKK qelis bibe û HDP bê girtin wek ku AKP’ê dixwaze, wê şensê Êzîdî, Xiristiyan û Elewiyan li heremê nemîne.
Wê DAIŞ komkujiyên xwe dewam bike. AKP’ê dibêje ew ê şerê DAIŞ bike, lê ev yek derew e, heta niha 2 êrîş birine ser DAIŞ lê 200 birine ser baregehên PKK a ku DAIŞ li tevahiya herêmê têk biriye. Bila dawî li şerê AKP’ê yê li dijî Kurdan were. Bila Prosesa aştiyê dîsa destpê bike. Bila HDP neyê girtin û dektatoriya AKPê ya yek reng neyê destekirin. Destekê nedin şerê AKPê li dijî Kurdan û vî şerî rewa nekin.“