Berdevka Karên Bîlgî yê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Işil Su Erdogan diyar kir ku li bonbajaran bi lezgînî hewcehiyî bi zexîreyên zarok û jinên ducanî heye û wiha got: "Berî her tiştî hewcehiya me bi dildarên li konbajaran bixebitin heye. Ji ber ku kesên dildar ên li vir dixebitin demek dirêjin li vir in ji ber ku tu kesê cihê wan bigire tuneye bernadin. Divê kesên ji tesîsata ceyranê fêm dikin bên konbajaran. Niha li gelek konbajarên me ceyran tuneye. Dîsa hewcehî bi sunger, beteniye, doşek, mînder û tiştên din ên wisa heye. Dîsa hewcehî bi tupên şewatê heye. Ji zarokên nû xwedî didin re dergûş pêvîst in. Em niha li per projeya mutfaxa mama ya bebek dixebitin. Hewcehî bi zexîreyên ji bo zarok û jinên ducanî hene. Divê sobe bên peydakirin."

'Şertên zivistanê giran dibin'
Xebatkarê Koordînasyona Tendûrîştiyê Dr. Ethem Şahîn jî diyar kir ku ewlatiyên Kobanê ji ber şertên zivistanê li hemberî pirsgirêkên tendûrîstiyê re rû bi rû mane û pirsgirêkên li 3 konbajaran tesbîtkirin wiha vegotin: "Li konbajarên me 3 pirsgirêkên sereke hene. Xwedîbûn, starbûn û xizmeta tendûrîstiyê. Em di xizmeta polîklînîkê de pirsgirêkên cidî dijîn. Şertên tendûrîstiyê bi hatina zivistanê gelek zor bûn. Ji ber ku pirsgirêka ceyranê heye."

'Divê seferberî berdewam bike'

Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku hewcehiyên welatiyan ji sedî 90 ji aliyê koordînasyonê ve tên dîtin û divê seferberiya welatiyan berdewam bike.Ayhan, anî ziman ku gotinên hikûmetê yên "Welatiyên Kobanê mêvanên me ne" rastiyê nîşan nadin û hikûmet pêşiya alikariyan jî digire û wiha axivî: "Toleransa hikûmetê nîşanî penaberên Suriyeyê dayî nîşanî welatiyên ji Kobanê hatin Pirsûsê nade. Bi awayekî vekirî cudakariyê dike."

DÎHA/RIHA