
Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK)’ê di daxuyaniyê de got; “Em tecrîda li ser Rêber Apo ya ku ketiye meha 5’emîn, hemû hêzên komploger û di serî de AKP bi nefret şermezar dikin û neletê lê dibarînin. Îro di kesayeta Rêber Apo de komkujiyeke nû li dijî gelê Kurd pêk tê û li hemberî hebûna gelê Kurd şerekî bi gelemperî hatiye destpêkirin. Faşîzma AKP’ê bi yekgirtina qirêj a bi DYA’yê re li hemberî destwerdana Sûriye û Îranê îcaza qirikina gelê Kurd wergirtiye û her roj vê yekê bi îşkenceua Îmralî ,bi girtin û koçkirina gelê Kurd û êrîşên ser gerîlaya vê yekê dixe meriyetê.”
PAJK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Bi vî rengî dixwaze xeta siyasetê ya alternarîf ku tevgera me û Rêbertiya me temsîl dike tefsiye bike û herêmê û gelê Kurd bê rêbertî û siyaset bihêle û li şûna wan Kurdekî teslîm bûye û xwefirotî deyne. Çawa ku Îsmet Înîno biriyara komkujiya Dersimê, Komkujiya Zîlan û darvekirina Şêx Seîd dabû, îro jî AKP û Cematan Fethulah Gulen biryara qirkirinê dane. Ev lêborîna ku Erdogan ji bo komkujiya Dêrsimê xwest, tenê ji bo qirkina nû ua ku her kêlî li Kurdistanê diqewime vebişêre û raya giştî bi xapîne ye” û wiha domand; “Di dîroka komara Tirk de hikûmeta herî xeter, komploger û xwînxwar AKP ye. Zîhniyeta AKP’ê ya paşverû û hovane, polîtakayên wê ên faşîzane, ji bo gelê Kurd û tevahî gelên ku li ser vê xakê dijîn ji faşîzma 12’ê Îlonê xetertir e. Ev îşkenceya li Îmraliyê ku li dijî Rêber Apo tê meşandin, berdewama zihiniyeta Kenan Evern û Tansû Çîllerê ye. Lewra hedefgirtina AKP û Cemeeta Fethulah Gulen û tefsiyekirina wan, şertekî bingehîn e ji bo azadiya gelê Kurd û parastina demokrasiya li Tirkiyeyê. Li ser vî binegehê hemleya “EM Rêber Apo AZAD BIKIN Û QIRKIRINÊ BI DAWÎ BIKIN” a ku tevgera me ya azadiya jinên Kurdistan KJB’ê daye destpêkirin, pêkanînan vê yekê di serî de ji aliyê jin, ciwan û tevahî gelê me û hêzên demokratîk ve, xurtkirina tekoşîna wê erkekî jiyanî ye.”
'Faşîzmek ji ya Hîtler girantir heye'
Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK)’ê destnîşan kir ku îro em bi faşîzmeke ji a Hîtler hîn bi xerabtir re rû bi rû ne û wiha domand; “AKP Kurdê azad û jina serhildêr ku di encama tekoşîna me a 33 salan de hatiye afirandin, dixwaze careke din mehkûmî bêrûmetî û bênasnametiyê bike. Lê çawa ku rêbertiya me gelê, me û kadroyê PKK’ê yên qehreman bi xeta berxwedanê, bi dehan hikûmet dan rûxandin û bin xistin, îro jî xwedî vîn, zanebûn û hêza ku AKP’ê jî bi heman çarenûsê re rû bi rû bihêle ye.”
Banga parastina demokrasiyê
PAJK’ê banga xurtkirina berxwedana topyekun li jin, ciwan û gelê Kurd kir û got; “Li hember vê qirikirina ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî hemû gelan û hemû jinan pêk tê, em di serî de jinan, ciwan û gelê me yê welatparêz vedixwînin berxwedana topyekun û hêzên dagirker ên AKP’ê bikin hedef. Divê ku em her qadê bikin qadên Tehrîr û qadên Azadiyê , divê çalakiyên me bi awayekî herî radîkal û bênavber dewam bikin. Heta em azadî, teduristî û serbest tevgerkina Rêber Apo mîsoger nekin bi hemû cureyan wê berxwedana me berdewam bike û divê ku em her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê bikin meydanên çalakî û serhildanê.”
PAJK’ê got; “PKK bi qasî ku tevgerekî azadiyê ye, ewqas jî tevgera demokrasiyê ye jî. Hikûmeta AKP û Cematên Gulen bi komkujiya li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd dixwazin tekoşîna demokrasî jî ji holê rakin. Lewra banga me ji bo hemû sazî, rêxistin û kesayetê demokrat ew e ku bi awayekî aktîf tevî hemleya me a berxwedanê bibin û li hemberî êrîşên AKP tekoşînê pêş bixin û demokrasiyê biparêzin.”
ANF/BEHDÎNAN