
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku her çendî komar bi hevkariya gelên Kurd û Tirk hate avakirin, lê salek piştî vê Kurd tune hatin hesibandin û xwestin Kurdan bikin Tirk. KCK’ê diyar kir ku 89 sal in bi feraseta yekperest û nijadperest, li Kurdistanê li ser esasê qirkirin û komkujiyan pêvajoya avabûnê ya komarê pêş bixin.
KCK’ê destnîşan kir ku her çendî 89 sal bi ser avabûna komara Tirk re derbas bûn, îro jî bi riya polîtîkayên înkarker-yekperest ên desthilatiya AKP’ê, siyaseta qirkirinê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Heta ku li hemberî rastiya gelê Kurd ê ku bi fedekariyeke bêhempa li hemberî neheqî û hewldanên tunekirinê li ber xwe dide, ev pirsgirêk neyê çareserkin, ne mimkun e ku komar pêşketinek li gorî serdemê û demokratîkbûnê pêk bîne.”
KCK’ê diyar kir ku îro li aliyekê nijadperestiya Tirk roja 29’ê cotmehê ku xwe dispêre qirkirinê weke cejn pîroz dike, li aliyeke din gelê Kurd li derdora pêşnegên ku ji bo mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurd bedena xwe danîne holê, berxwedaneke mezin pêş dixînin.” KCK’ê destnîşan kir ku heta ku ev nakokî neyê derbaskirin mirov nikare qala yekitî û yekpariya Tirkiyeyê bike û wiha domand: “Ji ber vê çendê gava mesele dibe Kurd û Kurdistan, her tişt li ser esasê înkar û derewê tên rûniştandin, durûtiya herî mezin a dîrokê tê nîşandan. Îro li aliyekê cejn, li aliyekê berxwedan û girî heye.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand li ser ç berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya kadroyên pêşeng ên gelê Kurd ên ku di girtîgehan de dîl tên ragirtin ketiye roja 49’an, lê xemsariya hikûmeta AKP’ê berdewam dike.
KCK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Pêkanîna daxwazên girtiyan, ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd ya ku ji komarê de heta îro heye didome ye, di heman demê de ji bo hemû gelên Tirkiyeyê jî roleke girîng dilîze. Ev daxwaz daxwazên ku dikare pêk bêne. Israra nepêkanînana van daxwazan tê wê wateyê ku di polîtîkaya qikririna li ser Kurdan de tê irsrarkirin û tê wateya domandina şer.”
Roja çalakiya mezin
KCK’ê biryara BDP’ê ya îro jî nirxand û diyar kir ku divê îro gelê Kurd jiyanê rawestîne rawestandina. KCK’ê ev tişt got: “Di heman demê de hemû gelê me divê piştgiriyê bidin vê biryarê û divê hemû kes tevlî vê çalakiyê bibe. Roj roja ku êdî gelê me ji zor û zilmê re dibêje ‘Êdî bese’ ye. Roj roja xwedîderketina li nasnameya Kurd û Rêber Apo ye. Roj roja fedekariyê ye.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê gotinên hin AKP’iyan ku wekê heqaret li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin jî wiha bersiv da: “Kesê herî nêzî serokwezîr û mîmarê xeta înkar-şovenîst-nijadperest yên AKP’a îro, her tim siyaset, siyasetmedarên Kurd, bi zihiniyeteke şoven-serdest û netewperest biçûk dixin. Herî dawî bi namerdiyeke mezin zimanê xwe dirêjî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û di şexsê Rêber Apo de heqaret li gelê me kiriye.”
KCK’ê wiha domand: “Ev kes dizane ku çiqas li ber derê wan bihewte dê evqas zêde hestî bê ber wî û li ber hewşa AKP’ê wekî kuçikekî heta ku dikare diqire û ev berdoş û beredayê ku heqaretê li gelê Kurd dike bila hedê xwe bizane. Ev xwediyên wî yên ku cesaretê didin wî, divê zêde firsetê nedin wî ku bila zêde nehewte û ji bo zêde xwîn nêreje nebe zemîn.”
KCK’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji hêlekî ve li ser gelê Kurd qirkirina siyasî dide meşandin jî hêleke din ve jî pesnê demokrasiya xwe ya “pêşketî” dide û ev tişt got: “Ev polîtîkaya AKP’ê ji hemû hêla xwe polîtîkayeke ne exlaqî ye. Tu dê bi her awayî bi ser mirovan de biçî û dure behsa demokrasiyê bikî. Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çûye û vê têkçuyina xwe jî wekî serkeftinê dide nîşandan. Heta dîkê lewçe yê di dava AKP’ê de bang bidin, dê derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de tu gav neyên avîtin.”
'Serokwezîr derew kir'
Serokatiya Konseya Rêbeberî a KCK’ê bal kişand ser axaftina Serokwezîrê Tirk Erdogan a di salvegera erdheja Wanê jî û ev tişt anî ziman: “Serokwezîrê Tirk Erdogan ji bo Tevgera Azadiyê reş bike serî li hemû cûre derewan dide. Di axaftina xwe ya herî dawî ya li Wanê de jî dîsa hemû rastî berovajî kirin. Bê şerm û fedî xebatên saziyên gelê Kurd yên li herêmê û alîkariyên ji bo gel hatine berhevkirin dibêje dane rêxistinê. Gava serokwezîr van tiştan dibêje dibê di destê min de belgeyên wê jî hene. Ev îdiayên serokwezîr bi tevahî derew in. Em wekî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bang li serokwezîrê Tirk dikin ku çi belge di destê wî de hene bila ji raya giştî re parve bike.”
‘Vîna civakî deynin holê'
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sedema ku ew qas AKP û mêtîngeriya Tirk serî li şerê pîskolokîk û derewê dide, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e û ev tişt got: “Ev têkoşîna gelê Kurd ya di pêşengtiya Rêber Apo de ku bi xwîna bi 40 hezaran ewladên gelê Kurd hatiye vê rojî, êdî berbi serkeftinê ve diçe. Hemû rêbazên mêtîngeriyê û komkujiyan heta niha berxwedana gelê Kurd neda rawestandin dê îro şûn ve jî nede rawestandin. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizanibe û bi hemû derfetên xwe, bi ruhê serhildanê têkoşîna xwe dexe asta herî jor û ji mêtîngeriya faşîzan re bêje êdî bese. Ev jî bi berxwedanên girseyî pêkan e. Em bang li gelê Kurd û hemû dostên wanê demokrat dikin ku bila xwedî li berxwedana girtîgehan derkevin û helwesta xwe daynin holê.”
ANF/BEHDÎNAN
KCD û BDP’ê banga serhildanê kirin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î ku di 12'ê îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk di 12'ê îlonê de dest pê kir û 49 roj in didome banga “Berxwedana tevahî” kir. KCD'ê têkildarî berxwedana îro dê bi tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê de, daxuyaniyek nivîskî da û xwest her kes li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger xwedî derkeve. KCD'ê xwest tu kes îro neçin kar û ji bo piştgiriyê derkevin kolanan, tev li çalakî û xwepêşandanan bibin. KCD'ê da zanîn ku çawa berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an gelê Kurd ji nûve zindî kir û bi ruh kir, dê çalakiya 12'ê îlona 2012'an jî gelê Kurd ber bi azadiyê ve bilind bike. KCD'ê bang li her kesî kir û xwest li dora girtiyan xwe bikin xelek û piştgiriyê bidin çalakiya wan. BDP'ê jî ji bo Berxwedana îro banga tevlêbûnê kir. BDP'ê xwest îro her kes derkvin kolanan.
AMED/ENQERE